BI DÎMEN

Xwezaya Kurdistanê li hemberî talankirinê li ber xwe dide

Dewleta Tirk bi projeyên HES û bendavan hewl dide xweza û cihên dîrokî yên li Wanê tine bike. Tevî van hemû hewldanên tinekirinê jî, piştî ku berf heliya jiyana xwezayî ji nû ve şîn bû.

Li xwezaya bedew a Kurdistanê, tevî hemû hewldanên talankirina xweza û dîrokê jî, gelek cureyên zindiyan û giha dijîn. Li Wanê, ku li quntara Çiyayê Artos e, bi helîna berfê re xweza ji nû ve şîn bû. Li Girava Axtamarê jî, darên bihîvan, kêrgo, pezkovî û çivîk dest bi çêkirina hêlînan kirine. Çend wêne ji vê bedewiya jiyana xwezayî...

...