Xwendevanên Zanîngeha Dêrsimê meşiyan

Xwendevanên Zanîngeha Dêrsimê meşiyan

Xwendevanên Zanîngeha Dêrsimê ji bo pêla binçavkirin û girtinan şermezar bikin meşek lidar xistin. Xwendevanan diyar kirin ku, hikûmeta AKP'ê ji bo dengê dorhêlên mûxalîf bibire operasyonên binçavkirin û girtinê pêk tîne.

Xwendevanên Zanîngeha Dêrsimê bi armanca şermezarkirina pêla binçavkirin û girtinan ji kolana hunerê heta parka Seyît Riza meşek lidar xistin. Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Serokê Şaxa Egîtîm Senê Hasan Olgun nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên saziyên sivîl jî tevlî meşa xwendevanan bûn. Di meşa ku pankarta li ser; "Em serî radikin, li hemberî terora we ya binçavkirin û girtinê dê stûyê xwe xwar nekin" nivîsandî hat vekirin de bê navber dirûşmeyên polîtîkayên hikûmeta AKP'ê şermezar dikin hatin berzkirin. Piştî meşê xwendevanan daxuyanî dan û gotin; "Ciwanên ku lingê herî girîng a têkoşîna civakî pêk tînin jî para xwe ji van êrîşan girtine."

Di daxuyaniyê de girtina 800 xwendevanan hat bibîr xistin û wiha hat gotin; "Xwendevanê ji ber mafê perwerdehiya bê pere xwestiye rastî 8 sal cezayê girtîgehê hatiye, dîsa ji ber pûşî girê daye hevalên me hatine girtin. Tevî van tevan di pêla binçavkirin û girtinên li hemberî xwendevanên Dêrsimê de 30 hevalên me hatine girtin. Li Dêrsimê hewl didin ku bi riya zanîngehê cemeetê bidin rûniştandin. Hevalên me yên dijî vana derketin jî bi dehan salan cezayên girtîgehê li wan hat birîn."