Xwendekarên Roboskî protesto kirin li rastî ceza hatin

Xwendekarên Roboskî protesto kirin li rastî ceza hatin

18 Xwendkarên Zanîngeha 7 Aralikê ya Kîlîsê ji ber ku komkujiya Roboskiyê şermezar kirin mehekê rastî cezayê dûrxistina dibistanê hatin.

Li Zanîngeha 7 Aralikê ya Kîlîsê 18 xwendekarên kurd ku komkujiya Roboskiyê şermezar kirin rastî mehek cezayê dûrxistina ji zanîngehê hatin.

Li gorî nûçeya DÎHA’yê xwendekarên ku 4 meh berê der barê wan de lêpirsîn hate vekirin, lêpirsîna wan bi encam bû. Xwendekarên zanîngehê bi hinceta "Bê destûr meş û çalakî pêk anîne" û "Li dijî rêveberiya zanîngehê derketine" rastî lêpirsînê hatin. Rêveberiya zanîngehê di lêpirsînê de pirsên "Hûn çima tevli çalakiya bê destûr bûn? Ev daxuyanî dişibe daxuyaniyek rêxistinî hûn çi difiiirin? We dirûşme berz kirin? Ger ku we dirûşme berz kir we kijan dirûşme berz kir? pirsîn.

Piştî ku dibistan ketin betlanê lêpirsîna ku 4 meh berê dest pê kiribû bi encam bû. Rêveberiya zanîngehê ji 18 xwendekaran re bi rêya teblîgatê biryara ku mehekê ji zaningehê hatine dûrxistin şandin.

Xwendekarê beşa dîrokê Cesim Tekin, anî ziman ku ev biryar bi zanebûn di vê demê de hatiye dayîn û wiha got: “Ev biryar bû sedema ku salekê hevalên me dibistanê dirêj bikin. Em dê der barê rêveberiya zanîngehê de li Dadgeha Îdarî ya Herêmê dozê vekin."

Ji aliyeke din ve, hikûmeta AKP’ê Tirkiyeyê veguherandiye mezintirîn girtîgeha xwendekaran. Di mehên borî de jî weke meha gulanê, bi dehan xwendekar hatin binçavkirin û girtin. Di 29’ê gulanê de li Antalyayê 4 xwendekar, li Dêrsimê 9 xwendekar hatin binçavkirin û ji vana 3 xwendekar hatin girtin. Di 22’ê gulanê de jîli Qersê xwendekarek dibistana amadeyî, di 19’ê gulanê de li Çanekaleyê 6 xwendekarên zanîngehê û xwendekarek amadeyî, hatin binçavkirin. Di 15’ê li Balikesîrê 11 xwendekar hatin binçavkirin û ji vana 7 kes hatin girtin. Di 14’ê gulanê de jî li Stenbolê 2 xwendekar hatin binçavkirin.

Tenê di 15 rojên destpêka meha hezîranê de de herî kêm 122 xwendekar hatin binçavkirin. Di gulanê de 127, di nîsanê de 116 û di adarê de jî 100 xwendekar ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatibûn binçavkirin. Nîva van xwendekaran hatin girtin. Tenê di nîsanê de ji bo 29 xwendekaran 346 sal cezayê girtîgehê hatin xwestin.