Xwediyê Otela Bayram a Wanê hate girtin

Xwediyê Otela Bayram a Wanê hate girtin

Xwediyê Otele Bayram ê ku li Antalyayê hate binçavkirin bi sûcdariya "Bi zanebûn bûye sedema mirina mirovan" ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê di çarçoveya lêpirsîna Otele Bayram a ku di erdheja 9'ê mijdara 2011'an de hilweşiya der heqê xwediyê de biryara girtinê dabû. Xwediyê Otele Bayram Tevfîk Bayram di çarçoveya biryarê de di 26'ê hezîranê de li Antalyayê hate binçavkirin û anîn Wanê. Bayram piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaz girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê bi sûcdariya "Bi zanebûn bû sedema mirina mirovan" biryara girtinê da.

Di erdheja 9'ê mijdara 2011'an de Otele Bayram xerabibû û di nav de nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Doganê Cem Emîr û Sabahattîn Yilmaz jî heyeî 25 kesan jiyana xwe ji dest dabû.