Xofa AKP’ê ya ji goristanan!
AKP ji bo ku qeyûmê bîne ser Şaredariya Mezin a Wanê goristana Taxa Yenîyê kire hincet.
AKP ji bo ku qeyûmê bîne ser Şaredariya Mezin a Wanê goristana Taxa Yenîyê kire hincet.
Bi operasyona ku duh anîn ser Şaredariya Mezin a Wanê Hevşaredar Bekîr Kaya, Serokê Rêveberê Karê Fenê M. Yalim Eryîgit, Mîmara Peyzajê Zelal Tanli, Serokê Rêveberê Xizmeta Destekdayinê Cume Koyluoglu û Teknîkerê Înşeatê Can Taylan Akdemîr hatin binçavkirin. Kaya û Tanli ji hêla dadgehê ve hatin girtin.
Piştî binçavkirinê Wezareta Karê Hundir Waliyê Wanê Ibrahîm Taşyapan weke qeyûm anî ser şaredariyê.
Walitiya Wanê ragihandibû ku hemû çalakî û bername hatine qedexekirin. Piştî vê ragihandinê hatibû zanîn ku ev amadekariya ji bo anîna qeyûmê ye.
HATE ÎDÎAKIRIN KU JI BO PKK’YIYAN HATIYE NÛKIRIN
Ya ku dihate payin pêk hat û qeyûm anîn ser şaredariyê. Ji bo ku qeyûmê bînin ser şaredariyê mifetîşên operasyon dikirin, ti sûcekî ku bikin hincet û pê qeyûmê bînin ser nedîtin lê dawiyê dozger û emniyetê hincetek dîtin. Li gorî îdîayê Şaredariya Mezin a Wanê li taxa Yeniyê ji goristan ji bo PKK’ê çêkir. Şaredariya ku ji mêj ve hemû goristanên bajêr nû dikir, goristana taxa Yeniyê jî nû dikir lê hate îdîakirin ku ji bo PKK’ê ev goristan nû dikirin.
Ji bo vê jî amîrên hemû yekînineyên ku têkildarî goristanê xebat dikirin, di nav çarçoweya operasyonê de hatin binçavkrin.
Li dozgeriyê ji Kaya û amîran pirsîn bê ka ew çima goristanê çêdikin. Parêzerên ku li îfadeyan hazir bûn, gotin sûcdarî tenê bi goristanan re têkildar bû.