Xizmên windayan komkujiya Zergelê şermezar kirin

Xizmên windayan û ÎHD li Amed, Êlih û Geverê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin.

Xizmên windayan û ÎHD li Amed, Êlih û Geverê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî bertek nîşanî operasyonên hewayî û siyasî dan û wiha got: "Bi piştgiriya Serokkomar jî qudreta dewletê nîşan didin. Li Qendîlê 10 welatî qetil kirin û bi dehan kes jî birîndar kirin. Li Agiriyê 3 kes înfaz kirin, 13 cenaze li sînor didin sekinandin. Bi vê yekê qudreta dewletê nîşan didin. Hûn çima ji hevdîtina Birêz Ocalan û diyalogê direvin?"

AMED

Xizmên windahiyan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya hefteya 338'an li Parqa Koşuyoluyê li dar xist. Dayikên Aşitiyê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wenêyên kesên hatin wendakirin û hatin qetilkirin hilgirtin. Di çalakiyê de ewil Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û gotinê Alîgirê Serokwezîr Bûlent Arinç yên "Em ê qudret û erka dewletê nîşanî wan bidin" bi bîrxist û wiha got: "Piştî van gotinan operasyonên leşkerî û yên siyasî dest pê kir. Heke ku biryarek wekî nîşandayina qudret û erka dewletê hebe hûn çima vê yekê ji bo aştiyekê pêk nayinin. Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi axivin û qudret û peroşa dewletê bidin nîşandan. Banga me li Serokwezîr û Serokkomar heye; heke ku hûn dixwazin qudret û peroşa dewletê bidin nîşandan aşitiyê pêk bînin."

ÇÎROKA NÎHAT YOLDAŞ Û AHMET KAYA HAT VEGOTIN

Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdusselam Înceoren çîroka Nihat Yoldaş û Ahmet Kaya yên di sala 1996'an de li gundê Qirxalî yê Amedê di serdagirtina gund de ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin vegot. Înceoren gotinên dayîka Yoldaş Hediye Yoldaş wiha ragihandin: "Di sibata 1996'an de leşkeran bi ser gunde girt û hemû gelê gund derxistin derve.Jin li mizgeftê zilam jî li ber dibistanê kom kirin. Li ser berfê dirêj kirin. Leşker li Nesih Selamoglu digeriyan. Lê ew tuneybû. Kurê min Nihat Îsmaîl û Meleyê gund Ahmet Kaya jî ji ber zextan giriyan û xwe veşartibûn. Leşkeran Nesih û birayê wî Mehmet Salîm ên li gund xwe veşartin peyda kirin. Leşkeran dema pirsa 'li gund kesên dinên xwe veşartî hene' pirsîn wan jî cihê nîşan da. Leşkeran du kurên min û melayê gund peyda kirin. Piştî destên wan girêdan û birin hûndir gulebaran kirin. Melayê gund Ahmet û kurê min Niha li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.Kurê min Îsmaîl jî birîndar bibû û wisa binçavkirin. Leşkeran bi hinceta pevçûnê de hat girtin doz lê vekirin û 36 sal ceza girt."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Xizmên windayan û ÎHD'ê li Êlihê ji bi heman amrancê li Kolana Gulîstanê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagadir diyar kir ku 3 salbûn tu cenaze nedihatin lê di rojên dawî de li Kurdistanê komkujî û înfazên sivîlan pêk tên.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrg jî bi heman armancê li Kolana Hunerê xizmên windayan û ÎHD'ê çalakî li dar xistin. HDP, DBP, Meclîsa Demokratîk a Geverê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya hefteyî de çîroka Faysal Aslan (34) ê ku di 13'ê Tîrmeha 1994'an de li gundê Alyava ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hat vegotin. Pişt rêzgirtinê Rojda Aslan çîroka apê xwe wiha vegot: "Êvarî apê min Faysal û Feyzî Tekîn bi wesayîtek kirê kirin ji bo serguniyên li nêzî gundê Alyava kom kirin bînin çûn. Dema çûn gund leşker derketibûn operasyonê. Lê tu agahiya wan bi operasyonê tunebû. Leşker derdora gund girtibûn. Di ketina gund de wesayît gulebaran kirin. Tu hişyarî nekirin. Apê min li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Feyzî jî bi giranî xilas bû. Li gorî îfadeyên gundiyan leşker bi seatan bi ser cenazeyê apê min de hatin û çûn. Îşkence li cenaze kirin."

Aslan diyar kir ku piştî bûyerê li Dozgeriya Komarê ya Geverê serlêdana sûc kirin û wiha axivî: "Doza me vekirî piştî mehek şûnde hat redkirin. Hincet jî 'Hûn alîkariya PKK'ê dikin. Hûn terorîst in, xayînên dewletê ne. Ji ber wê doza we ketiye.'"