Xizmên windayan ev 172 hefte ne li edaletê digerin

Xizmên windayan ev 172 hefte ne li edaletê digerin

Çalakiya 'Bila winda werin dîtin faîl werin darizandin' ên ku xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi hev re li dar dixin li Amed Elih û Qosera Mêrdînê vê hefteyê jî pêk hat.

Xizmên windayan û ÎHD'a Amedê bi dirûşma 'Bila winda werin dîtin kiryar werin darizandin' li ber Bîrdariya Mafên Mirovan ya li Parka Koşuyoluyê çalakiya xwe ya 172'yemîn pêk anîn. Çalakiya ku ligel gelek kesan serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, endamên ÎHD'ê, xizmên windayan ên ku ji Silopî û Cizîrê hatibûn, endamên ESP û KESK'ê tevli bûn de lêgerîna edaletê berdewam kir. Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de gotinên Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Îdrîs Naîm Şahîn yên têkildarî komkujiya Roboskê protesto kir û wiha axivî: "Di vê mijarê de mirovek bi wijdan ji bo çareserkirina pirsgirêkê dixebitin. Ew ê ji bo ku edalet pêk were û faîl werin darizandin gavan biavêjin. Lê em tu hewldaneke bi vî rengî nabînin."

Endamê MP'a ESP'ê Soner Çîçek jî destnîşan kir ku Hasan Ocak ji ber ku di têkoşîna li hemberî komkujiya Gaziyê de pêşengiyê kiriye di binçavan de hatiye qetilkirin. Çîçek bi bîr xist ku Hasan Ocak di 21'ê adara 1995'an de piştî ku hatiye binçavkirin bi hewldana hevalên wî û malbata wî ve binçavkirina wî jî derketiye holê û wiha axivî:

"Di van demên dawî şahidekî nepen derketiye dixwaze ku têkiliyeke di navbera Ergenekon Hasan Ocak de çê bike. Lê em ê nehêlin ku vê helwest û kampanyaya reşkirinê bi ser bikeve."

Piştî Çîçek hevjina Ýshak Alan Şefka Aslan ku ji Cizîrê hatibû çîroka binçavkirina hevjînê xwe vegot. Piştî axaftinên hatin kirin, çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyî pêk hat. Piştî çalakiyê Serokê ESP'a Amedê Ramazan karakaya û endamên ESP'ê Sevda Çagdaş li Parka Koşuyoluyê ji aliyê polîsan ve ketober hatin binçavkirin. Derbarê hinceta binçavkirina Karakaya û Çagdaş de tu agahî nehatin bidestxistin.

ELÎH

Dayikên Şemiyê û ÎHD'a Êlihê jî çalakiya bo windayan wekî her hefte li ser kolana Ggulistanê pêk hat. Di çalakiyê de jji bilî Dayikên Şemiyê, endam û rêvberên ÎHD'a Êlihê, endamên saziyên civaka sivîl û gelek kes tevlî bûn. Di çalakiya ku wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin de pankarta kul i ser 'Winda diyar in, faîl li ku ne' hat vekirin. Endamê MYK'a ÎHD'ê Nîhat Ekîncî li ser navê xizmên windayan axivî û diyar kir ku ew ê heta ku aqûbeta windayan diyar bibe û faîl werin darizandin her hefte çalakiya xwe bidomînin. Ekîncî bi bîr xist ku hêj faîlên ku 34 sivîlan li Roboskê qetil kirine nehatine aşkerakirin û wiha got: "Heta ku dayik heqê xwe helal nekin ew jî heqê xwe helal nakinû dê têkoşîna me jî berdewam bike."

QOSER

BDP'a Qoserê ji bo piştgirî bide çalakiya Dayîkên Şemiyê yên ku her heftê çalakî li dar dixin li ber avahiya xwe daxuyanî dan. Bi sedan kes tevli daxuyaniyê bûn, daxuyanî ji hêla serokê BDP'a Qoserê Omer Turgay ve hat kirin. Turgay, da zanîn ku bi sedan sivîl di salên 1990'î de di nav de rojnameger, xwendekar, sivîl, jin û siyasetmedar heyî hatin windakirin. Turgay, got ku heya îro jî polîtîkayên windakirinê, kuştine, binçavkirin û girtinê didome. Turgay, daxuyand ku divê berpirsên van polîtîkayan bên darizandin.