Xizmên windahiyan hesap pirsînê didomînin
Li Amed û Êlihê, ximên ku nasên wan ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin, lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Di çalaikiya li Amed û Êlihê de, daxwazkirin ku berpirs bê darezandin.
Li Amed û Êlihê, ximên ku nasên wan ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin, lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Di çalaikiya li Amed û Êlihê de, daxwazkirin ku berpirs bê darezandin.
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefeya 392'yan de li Parka Koşuyolu li ber Birdariya Mafên Jiyanê hatin gel hev û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'a Amedê, wekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, bertevkên saziyên sivîl û gelek welatî beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta kurapên hev Hasan Kanat û Mehmet Yanen ên di sala 1994'an de li mezraya Dîktaşê ya gundê Kaledîbî ya navçeya Hênê ya Amedê hatin binçavkirin û piştî 39 rojan cenazeyê wan kîlometreyekî dûrî navçeyê hat dîtin hat pirsîn.
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Amedê Adnana Orhan axivî û diyar kir ku divê dewlet aqûbeta windayan derxe holê. Wekîla HDP'ê Beştaş jî bang li dewleta tirk kir û xwest dewlet bi komkujiyên salên 90'î re hev rû bibe û kujeran darizîne.
YANEN Û KANAT HATIN BI BÎR ANÎN
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Amedê Hasan Yalçin aşkera kir ku Yanen û Kanat di 17'ê Tîrmeha 1994'an de ji hêla leşkerên Tûgaya Komando ya Boluyê ve hatine binçavkirin û di bin çavan de hatine windakirin.
Piştî axaftinan 5 deqan çalakiya rûniştinê hat li darxisitn.
ÊLIH
Li Êlihê jî di hefteya 392'yan li Kolana Gulistanê di pêşengtiya ÎHD'a Êlihê û xizmên windayan de ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakî hat li darxisitn. Di çalakiya vê hefteyê de rêveberê ÎHD'a Êlihê Fahrettîn Asutay axivî û diyar kir ku ew ji bo windayan her hefte li qadan e û got ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin.
Asuyat destnîşan kir ku ew li dijî hemû polîtîkayên şer û şidetê ne û ev tişt got: "Bila wê kes li bendê nebe ku em ê hîmê şer û şidetê bibin. Ji bo wê jî tişta ku divê bê kirin, demek ji ya din zûtir divê dest ji rêbazên Rewşa Awarte û hemû pêkûtiyên didet û milîtarîzmê bê berdan."
Piştî axaftinan 5 deqan çalakiya rûniştinê hat li darxisitn.