Xizmên gerîlayê HPG'ê Ridavn Ozçaki, ji bo sersaxiyê ji malbatê re bixwaze ji Antalyayê berê xwe dan Wêranşarê lê li Dîlokê qeza kirin. Ji ber vê qezayê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Ridvan Ozçaki (Şervan Zagros) ê 20'ê Gulanê li Wanê di şer de jiyana xwe ji dest da û pêr li taxa Kadikoy a navçeya Riha Wêranşarê hat veşartin, merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. Xizmên malbatê yên li Antalyayê ji bo sersaxiyê berê xwe dan Wêranşarê, lê belê li navçeya Nîzîp a Dîlokê qezaya trafîkê bi serê wan de hat. Di qezayê de Abdullah Ozçaki, hevjîna wî Azîme Ozçaki û keça wan Gul Nûsa Ozçaki jiyana xwe ji dest da. Omer Dekak jî bi giranî birîndar bû.
Dekak ê birîndar li servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Nîzîpê tê ragirtin. Cenazeyên 3 kesên jiyana xwe ji dest dan wê li Goristana taxa Kadikoyê li kêleka gerîlayê HPG'ê Ridvan Ozçaki bên veşartin.