'Xezeba Xabûrê' ya li dijî DAIŞ'ê didome: 6 çete hatin kuştin

Hêzên QSD'ê operasyona xwe ya 'Xezeba Xabûrê' ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê didomînin. Hewldana êrîşê ya çeteyan hat şikandin û 6 çete hatin kuştin. Her wiha du maşînên çeteyan hatin rûxandin.

Operasyona ‘Xezeba Xabûrê’ li herêma Şedadê di roja heftemîn de didome. Di şer ji şevê din û heta vê sibê de, 6 çete hatin kuştin.

Piştî rizgarkirina bajarokê Şedadê, operasyona ‘Xezeba Xabûrê’, li herêmê dewam dike. Çeteyan duh hewl dan, êrîşî gundê Taga yê li eniya Holê bikin. Şervanên QSD’ê di cih de, bersiv dan êrîşa çeteyan. Li ser bersivdayîna şervanan, şer derket. Di encamê de, 5 çete hatin kuştin.

Çeteyan şevê din jî, xwestin êrîşî gundê Xwêtla bikin. Li vir jî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de şer derket. Di encama vî şerî de jî çeteyek hat kuştin.

Dîsa şevê din, çeteyan êrîşî şîrketa Çînî ya petrolê ku şervanên QSD’ê rizgar kiribû kirin. Şervanên QSD’ê li vir jî bersiv dan, êrîşa çeteyan û ew êrîş şikandin.

Ji aliyê eniya çiyayê Kezwanan ve jî çeteyên DAIŞ’ê şevê din êrîşî gundê Dibêşiyê yê di bin kontrola hêzên QSD’ê de ye, kirin. Li vir jî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de, şerek giran rû da. Di encama vî şerî de jî hêjmarek zêde çete hatin kuştin.

Maşîneyeke bombebarkirî ku ji gundê Edla ber bi Şeddadê ve diçû ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat rûxandin. Der barê hêjmara kuştiyên di hundirê erebeyê de agahiyên zelal nehatin bidest xistin.

Serê vê sibê jî, maşîneyek ji Şeddadê ku têde hêjmarek çete hebûn hewl da bireve ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat rûxandin.

Her wiha xebatên lêgerînê ji aliyê yekîneyên taybet ên di nava bajarokê Şedadê û gundên wê de jî, dewam dikin. Di encama, lêgerîna di nava gundê Mitsiyê de jî cenazeyê çeteyekî hat dîtin.