Xeyalên me diberidin - Rêşad Sorgul
Xeyalên mirov hebin xweş e. Belkî jî bê xeyal nabe. Mirov dide ser şopa wan û dimeşe. Pêşî mirov xeyal dike û paşê pêk tîne. Em dibînin kesên xeyalên wan hebûn û bi pey ketin, ji mirovatiyê re tiştek hiştin.
Xeyalên mirov hebin xweş e. Belkî jî bê xeyal nabe. Mirov dide ser şopa wan û dimeşe. Pêşî mirov xeyal dike û paşê pêk tîne. Em dibînin kesên xeyalên wan hebûn û bi pey ketin, ji mirovatiyê re tiştek hiştin.
Xeyalên mirov hebin xweş e. Belkî jî bê xeyal nabe. Mirov dide ser şopa wan û dimeşe. Pêşî mirov xeyal dike û paşê pêk tîne. Em dibînin kesên xeyalên wan hebûn û bi pey ketin, ji mirovatiyê re tiştek hiştin. Carna xeyal heqîqet e. Ango ew hesret e ku mirov lê digere. Tişta mirov lê digere di şaneyên wî de veşartî ye. Hevîrê wî bi wê hatiye stran; havênê jiyînê ye û jiyan pê dimeye.
Bi qasî ku haya me jê heye û em pê dizanin, tevna jiyanê bi destê dayikê hatiye danîn. Ji roja pêşî em ji wê çêbûn û em hê jî ji wê çêdibin. Wê em şîr dan, xwedî kir û ev jî hê wisa dewam dike. Dîsa wê em parastin. Dayikê zarok anîn, şîr da û parastin. Ango afirîner e, raziq e û bergir e. Ev hersê rengên xwedayî li cem dayikê ne. Ji ber vê, jin-dayik pîroz e. Mader-makeya jiyanê ye. Di tevna wê ya jiyanê de û li bin reşmala wê, ev sê stûnên sereke hene. Jin-dayik di pergala xwe de çi cudahiyê naxe nava zarokên xwe. Dema yek ji wan kêm û lawaz be, bêhtir li ser wî-wê diqirqile. Ji bo tevahî zuriyetê pêsîrtengî dibe. Li bîrûbaweriyên wan napirse, şîretan li wan dike û heta hinekî bi ser wan de jî diçe, lê ti carî nafikire wan bikuje û yan jî wan ji dawa xwe biavêje. Li zarokên xwe difikire, gelo tî ne, birçî ne, çi dixwin, çi vedixwin, cihekî wan yê lê bistirin heye. Bi vî awayî, bi hêsanî xuya dibe ku rengê me yê jiyana pêşî ev e. Bextewariya me ji dest dayî û şadiya em lê digerin ev e. Heqîqet ev e. Rohniya tariyê diçirîne, zeman pê avis dibe û mirov çavên xwe pê li jiyanê vedike ev e. Demokrasî ev e.
Pergala bavikan tevna jiyanê ya jin-dayikê ji holê rakir. Kaniya heyatê ya me av jê vedixwar herimand. Ez bi vê çîrokê danekevim. Ez yekser têm behsa dagirkeriya sed dused salên dawî ya li Kurdistanê bikim. Kengî Kurdistan bi peymana Qesrî Şîrîn kirin du parçe xwîn ji erdnîgariya me çû. Wê demê Xaniyan, Feqiyan û Cizîriyan kirin hewar. Jixwe dema kirin çar parçe êdî kesî bike hewar jî nemabû. Ewrên reş û tarî li ser Kurdistanê digeriyan; topên dagirkeran li ser erda pêxember jê rabûbûn dikirin gurmîn. Dem dema fermanan, kokqelandin û qirkirinê bû. Lê belkî ji vê dijwartir helandin û înkar bû. Encamên wê girantir bûn. Zarokên Kurdan her sibe li dibistanên dagirkeran ango li aşên wan ên hêranê, xwe înkar kirin; derew li xwe kirin; ji ber xwe fedî kirin û çavtirsandî bûn. Hem ji aliyê aqil ve û hem ji aliyê debarê ve xizan man an jî hiştin.
Piştî ku şerekî dijwar ê man û nemanê 40 salan hat meşandin, kefenê mirinê hat çirandin, kurdê li Agirî hatibû definkirin û li ser kêla wî hatibû nivîsandin “li vir definkirî ye”, serê xwe ji qebrê rakir. Li çiyayan nêrî û ponijî. Çawa çêdibû ku qewmê çiyê, qewmê bi derfet û îmkanê xwe hezarê salan li çiyê debara xwe kir, bergirî û parastina xwe kir, îro nikaribe li çiyan li ber xwe bide. Loma pişta xwe da çiyê, dêhnê xwe da nûra Zerdeştî û ji nû ve mitale kir. Destê dayika pîroz maçî kir, sedûbîstûçar hezar pêyamber xist ber lêpirsînê. Bi tevahî bi ewliya û enbiyayan şêwîrî. Ji şivanê li ber pez heta Manî li her kesî guhdarî kir. Misêwa li riyeke nû geriya. Ji ber ku zanîbû heta niha riyên hatine ceribandin negihiştine armancê. Ji bo xwegihandina meqsed û meramê kakûniya paşrojê kir; pêdivî bi kesayeta serketî û serketinê dît. Ji bo serketinê, ji bo xwegihandina jiyana jidestçûyî çi pêwîst bû. Tevneke çawa ya rêxistinê, tevneke çawa ya jiyanê?
Piştî ku min ev qonaxên dîrokê bi kurt û kurmancî destnîşan kirin, ez ê niha jî behsa xeyala xwe bikim û têkiliya xalên min diyarkirî bi îro re deynim. Ez nikarim bibêjim, pir xeyalên min hebûn. Ji ber ku em ji roja çêdibin û heta em xwe nas dikin – eger rê bidin ku em xwe nas bikin – kêm îmkanê min çêbûne ez bi xwe tiştekî diyar bikim. Piranî ji çend riyên danîne pêşiya te, tu neçarî yekê hilbijêre û tu bawer dikî ku te bi vîna xwe riya li pêşiya xwe neqandiye. Mînak min pir dixwest zanîngehê bixwînim. Îmkan çêbû ku ez navê xwe li zanîngehê binivîsim. Lê min dît, dersên li zanîngehan ji sedî heştê ji rastiyê dûr in û li gorî desthilatiyê hatine hûnandin. Di ser de jî dîploma ji kaxizekê wêdetir ne tiştek bû, li bazaran ew kaxiz dihat firotin û bi ti awayî kêrhatîbûna mirov diyar nedikir. Jixwe azmûn vedîtineke serdestan bû û insanan pê mîna heywanan bera hev didan. Ji bo çi û di ber çi de mirov bikevin îmtîhan an jî pêşbaziyê. Xwendin mafê her kesî ye û nabe ku zanîn-zanist di bin yekdestiyê de be. Axirrr min xwendin hişt. Lê carna hinek hevalan şîret li min kirin û gotin, xwezî te dîploma xwe stendibûya. Belkî rojekê bi kêra te bihata. Min jî ji wan re got: “rojekê wê welatê me çêbibe û ez ê bê dîploma li wir cih bigirim.” Îcar li Rojavayê Kurdistanê Peymangeha Celadet Bedirxan heye. Li wir ez beşdarî du dersan bûm. Bi vî awayî jî xeyala min pêk hat. Ya rastî, ez pir bi heyecan bûm û di heman demê de pê gelekî serbilind û serfiraz bûm. Mijara min a nivîsê ev nîne. Bi vê, min xwest gav biavêjim mijarê. Babeta ez dixwazim pê dakevim ‘li Rojavayê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê Kurdî’ ye. Berê jî min di çend gotarên xwe de bal kişandibû ser vê meseleyê. Lê qîma pê nehat û dixwazim hûrûkûr bi vê mijarê dakevim. Ji ber ku pirsgirêkên di vî warî de ji zêhniyetê ne. Li kantonên Rojavayê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê kurdî heye. Li gorî kantonan salên perwerdeyê diguherin. Li Kantona Cizîrê perwerdeya bi zimanê kurdî ji sala yekê heta sala sisiyan e. Li peymangehan jî perwerde bi zimanê Kurdî tê dayîn. Beşekî piçûk heye li ber perwerdeya bi zimanê kurdî radibe. Li gorî vî beşî, dema perwerdeya bi zimanê kurdî nehatiye. Ya din jî dibêjin, zarokên bi kurdî bixwînin siberoja wan tineye. Îcar ez jî dibêjim, ji bo em perwerdeya bi zimanê kurdî ji sala yekê heta bi zanîngehê bidin ti astengî nîne. Eger weke berê rejîm li bajarên Rojava hebûna heta radeyekê mirov dikarîbû fêhm bikira. Niha sedema sereke ya vê rewşê tinebûna mamosteyan tê nîşandan. Tiştekî din jî heye û kêm tê gotin, îhtîmala rojekê rejîm vegere. Bi ya min, çi dibe bila bibe, divê di demeke kin de bi hezaran mamoste li peymangehan bêne amadekirin. Di vî warî de divê seferberiyeke perwerdeyê bi zimanê kurdî dest pê bike. Di warê aborî de jî divê derfet ji bo mamosteyan were dayîn û bikaribin debara xwe bikin. Xala duyemîn jî hîç exlaqî nîne. Nabe ku em xwe li gorî dijmin ango rejîmê tenzîm bikin. Çi dibe bila bibe, divê em karê xwe di çarçoveya kurdistaneke azad de bimeşînin. Em ê xaniyên herî baş ava bikin. Em ê nebêjin, lê sibê balafir bên û bombe bikin. Mirov bi vî awayî bimeşe tiştekî bi ser naxe û karê xwe nabe serî. Ji bo em xwe ji qirêj û gemara sed dused salên dagirkeriyê bişon perwerde şert e. Ji bilî perwerdeyê derman nîne. Li pêşiya aborî û parastinê perwerde tê. Ji ber ku zêhniyet bi perwerdeyê sererast dibe, tevna jiyanê ya dayikê û çanda wê ya demokrasiyê bi perwerdeyê biste dibe.
Di warê ziman de hinek şaşiyên din jî hene. Mînak rewşa erebî û kurdî weke hev tê dîtin. Bûyereke numûne heye ku ez dixwazim behsê bikim. Welatiyekî ereb heye, hevjîna wî kurd e. Dixwaze zarokên xwe bişîne dibistana kurdî, Desteya Çandê destûrê nade. Dibêje, tu erebî divê zarokên te bi erebî bixwîne. Bi ya min li vir Desteya Çandê şaş e. Ya yekê, diya zarokan kurd e, ya duyemîn, eger zarok bi temamî ji malbateke ereb be jî dê û bav bixwazin zarokê xwe bişînin perwerdeya bi kurdî mafê kesî nîne pêşî li vê bigire. Min pirsî çima hûn nahêlin, dibêjin, lê eger kurdek jî bibêje, ez zarokê xwe dixwazim bişînim erebî wê wextê em nikarin tiştekî jê re bibêjin. Bi ya min, ev jî şaş e. Li Rojavayê Kurdistanê ji bo kurdan zimanê perwerdeyê kurdî ye. Di vî warî de em nikarin erebî û kurdî weke hev bibînin.
Mijareke din jî pirtûkên wê perwerde bi wan bibe. Di vî warî de kêmasî heye. Divê beşên din ên Kurdistanê bi taybetî jî Bakurê Kurdistanê alîkariya Rojava bike. Bi ya min, ne tenê di warê pirtûkan de divê di warê mamosteyan de yan jî di warê tecrûbeyê de Bakurê Kurdistanê û Wargeha Mexmûrê hem bidin û hem jî bistînin. Li ser naveroka pirtûkên perwerdeyê jî guftûgeyek heye. Dîsa beşekî piçûk ku bi xwe li Rojavayê Kurdistanê namîne, dibêje; “Pirtûkên perwerdeyê îdeolojîk in.” Ez timûtim dibêjim, li Kurdistanê, ji ber dagirkeriya demdirêj û perwerdeya dagirkeran, di warê têgîn û têgihiştinê de tevlîheviyek heye. Hûn zanin ev nîqaş dişibe nîqaşeke çawa? Mîna kesê ji dagirkeran mûçeyê xwe digire û dibêje, ez siyasetvanekî kurd ê bêalî me. Di nava ragihandinê de jî kesên welê hene, dibêjin ‘ez bê alî me’. Gelo kesên em behsa wan dikin, dixwazin li Kurdistanê îdeolojî nebe yan jî dibêjin, li dinyayê dema îdeolojiyan qediya? Waweylê... Ma hewce dike ku mirov bibêje, kesên ne xwedî fikir wê bi ber bayê xelkê bikevin. Kesên doza vê dikin, endamê kîjan îdeolojiyê ne? Ez vê mijarê dirêj nakim, lê tiştek heye mirov dikare bixwaze û doza wê bike. Li dibistanên xwe, divê em rê li ber fikra azad-aqlê azad vekin. Şagirtan hînî rê û rêbazê fikra azad bikin. Bi vî awayî, pirrengî û pirdengî manedar dibe.
Ji bo karûbarên perwerdeyê bimeşe, bêguman pêdivî bi aboriyê heye. Ne tenê ji bo van karan, her weha ji bo meşandina karûbarên gund, bajarok û bajaran pêdivî bi hatineke darayî heye. Li tevahiya dinyayê karên bi vî awayî bi bacan (derîbe) tê meşandin û ev tiştekî rast e. Li Rojavayê Kurdistanê jî divê her welatî baca xwe bide. Bi vê bacê, xizmetên perwerdeyê û xizmetguzariyê wê bimeşin.
Di dawiyê de dîsa li gotina xwe ya pêşî vedigerim. Li Rojavayê Kurdistanê derfet û îmkan çêbûne da ku em xeyalên xwe pêk bînin. Eger em bi pey xeyalên xwe nekevin û li ser şopa heqîqeta xwe nemeşin, hinek me bi jidilnebûnê gunehbar bikin, divê em loma nekin. Bêguman ti tişt hêsan nîne, lê fêkiya xwe pir xweşmiz e. Dema mirov bi pêkhatina xeyalên xwe bitamije, westîn û tengasiyan ji bîr dike. Zarokên roj û agir îro keysa xwe li dijmin anîne. Ev fir-send dîrokî ye. Çivîka azadiyê bi firê ket û li ezmanê azad ê Kurdistanê perwaz dide. Silav li rêwiyên li ser vê riyê, silav li peyrew û dûajoyên heqîqetê.