Hat ragihandin ku kesê bi navê Hamît Yildirim yê ku tê gotin ku wî nivîskar-rojnamevanê Kurd Mûsa Anter di îlona 1992’ê de kuştiye, hatiye binçavkirin û piştî 3 mehan bi hinceta doz li ber demboriyê ketiye serbest hatiye berdan.
Piştî îtîrafên îtîrafkar Abdulkadîr Aygan û wêneyê berê yê Hamît Yildirim hat tesbîdkirin, Dozgeriya Amedê dest bi dosyaya kuştina Mûsa Anter kir. Li gorî agahiyên çapemeniya Tirk dane, Hamît Yildirim hatiye binçavkirin.
Ji ber îfadeyên haitn girtin û binçavkirinan, dema dosyayê dê ji 10 salên din dirêj bibe û bi vî awayî dosyaya Anter ji demboriyê rizgar dibe.
KUŞTINA MÛSA ANTER
Mûsa Anter ku di nava Kurdan de weke Apê Mûsa tê nasîn, di êvara 20’ê îlona 1992 de ji bo beşdarî 1’emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya ji aliyê Şaredariya Amedê ve hat lidarxistin bibe, hat bajêr, demjimêr di 22.00 de gava bi tenê diçû Seyrantepeyê, ku di wan rojan de kesek nediwêra bi tena serê xwe derbikeve derve, li rastî êrîşa cerdevan-îtîrafkarê bi navê Hamît Yildirim hat û hat qetilkirin. Di wê êrîşê de Orhan Mîroglû jî bi birîndarî rizgar bû. Kujer xwestibû wî jî bikuje, lê got qey miriye û ji cihê bûyerê reviya.