Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Xelkê Silêmanî îro jî ji bo Rojava li qadan bû

Ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, li Silêmaniyê bi tevlîbûna bi hezaran kesan meş hate lidarxistin.

Îro li pêşiya Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê meşeke girseyî a binavê ‘Duşema Yekrêziyê’ bi pêşengtiya jinên Kurd û bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl, hunermend, mamsota, xwendevanên zanîngehê û rewşenbîrên bajêr, hat lidarxistin.

Di meşê de li gel gotina Sîrûda Netewî Ey Reqîb, dirûşmeyên weke ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Rojava Ne bi Tenê ye, Deriyê Azadiyê ye’, ‘Bijî Rojava’, ‘Terorîs Colanî’, ‘Terorîst Erdogan’, ‘Rojava û Rojhilata Yeke, Kurdistan Yek Welate’, ‘Yeke Yeke Yeke, Gelê Kurd Yeke’ hatin berzkirin.