Xelkê Qeladizê ji bo piştevaniya Rojava daket qadan
Li bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê, bi hezaran kes ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşiyan. Di meşê de li dijî êrîşên çeteyan peyamên piştevaniyê hatin dayîn.
Li bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê, bi hezaran kes ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşiyan. Di meşê de li dijî êrîşên çeteyan peyamên piştevaniyê hatin dayîn.
Li bajarokê Qeladiz ya ser bi îdareya Raperînê meşeke girseyî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di meşê de xwenekar, mamosta, karmend û xelkê bajêr amade bûn.
Di meşê de bênavber dirûşmên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hatin berzkirin.
Bi rojane li hemû navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê xelk ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li qadane.