Xebatkarên Belavkariyê yên Firatê hatin binçavkirin

Li Erdîşê xebatkarê Belavkariyê yê Firatê Alî Aşîkar hate binçavkirin. Xebatkarê Belavkariyê yê Firatê Îhsan Tûrgût û Xebatkarê Ozgur Halkê Adnan Kumek ên li Colemêrgê hatin binçavkirin jî hê li emniyetê tên ragirtin.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatkarê Belavkariyê yê Firatê Alî Aşîkar hate binçavkirin. Aşîkar ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Her wiha, Xebatkarên kovara Ozgur Halkê Alî Keser û Celal Çakir ên duh li ser rêya di navbera navçeyên Qelqelî û Mehmûdî de hatin binçavkirin, piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr hatin berdan.

Xebatkarê Belavkariyê yê Firatê Îhsan Tûrgût û Xebatkarê Ozgur Halkê Adnan Kumek ên li Colemêrgê hatin binçavkirin jî hê li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tên ragirtin.