Xebatên Mafê Mirovan û Atolyeya Sînemayê didomin
Xebata projeya hevpar a Weqfa Çand û Hunerê û Şaredariya Dêrsimê ya,”Atolyeya Mafê Mirovan” û “Atolyeya Sînemayê” di roja 3. de dewam dike.
Xebata projeya hevpar a Weqfa Çand û Hunerê û Şaredariya Dêrsimê ya,”Atolyeya Mafê Mirovan” û “Atolyeya Sînemayê” di roja 3. de dewam dike.
Xebatên atolyeyê yên di navbera 10-14’ê Tîrmeha 2015’an de bi tevlîbûna 20 ciwanên temenê wan di navbera 14-18 salî de ku didomin, di roja sêyemîn de li Navenda Çandê ya Ciwanan a Şaredariya Dêrsimê de, civînek pêk hat. Koordînatora Weqfa Çand û Hunerê ya Başak Belma Yildiztaş, parêzera Baroya Wanê Sîbel Mungen û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl di konferansê de amade bûn.
Di civînê de li gel pirsgirêkên bingehîn ên bajêr û civakî, tecrubeyên bawerî û çandî hatin nîqaşkirin û agahî hatin dayîn. Piştî civînê, nêrînên wek, pêwîstî bi xebatên nû yên çandî, hunerî û ekolojîk ên ji bo zarokan, diyaloga di navbera saziyan de heye derketin pêş.
Hat ragihandin ku piştî xebatên atolyeya ku wê sibe bi dawî bibin, wê du kurtefîlm derkevin holê û mijara wan jî wê “Ji şîdeta li hember jinê re na” be.