Wezîrên AKP’ê li Colemêrgê li rastî protestoyan hatin

Wezîrên AKP’ê li Colemêrgê li rastî protestoyan hatin

Wezîrê Ajalvanî, Çandinî û Zadê Mehdî Eker, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Maliye Mehmet Şîmşek ji bo beşdarî 4'emîn Kongreya Giştî ya AKP'a Colemêrgê hatin bajêr. Di bajêra ku kepenk girtîne polîs, tedbîrên berfireh girtiye.

Heyeta AKP'ê ku di nav de wezîr jî hene ji Wanê bi helîkopterê hatin Colemêrgê û li hewşa Şefitiya 114'emîn Şaxa Karayollari daketin. Wezîrê Heywandarî, Çandinî û Zadê Mehdî Eker, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Maliye Mehmet Şîmşek, Alîkarî Serokê Rêxistinê ya Navenda Giştî ya AKP'ê û Parlementerê Stenbolê Nûreddîn Nebatî û Parlementerê Wanê Mûstafa Bîlîcî di bin tedbîrên berfireh û bi tevî jammeran hatin walitiyê. Heyeta AKP'ê li vir ji aliyê Walî Orhan Alîmoglû, alîkarên walî, rayedarên leşkerî û polîsan hate pêşwazîkirin. Heyet piştre derbasî Navenda Çanda Ataturk a ku 4'emîn Kongreya Giştî ya AKP'a Colemêrgê pêk tê, bûn.

Ji bo wezîrên ku hêviyên wan li hemberî kepenkên girtî şikiya, polîsan derdora walîtî û Navenda Çanda Ataturkê dorpêç kirin. Di kongreyê de Metîn Tekîn ji namzetiyê vekişiya. Ji ber vê yekê di kongreyê de ji bo Serokatiya AKP'a Colemêrgê lîsteya bi serokatiya Abdûlmecît Tarhan were hilbijartin. Hate zanîn ku ji bo kongreyê cerdewan ji Şemzînan û Rûbarokê hatiye anîn.