Wezîrê Çandinî û Ajalvaniyê yê Tirk Mehdî Eker beriya hatina Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a Amedê 169 sazî û rêxistinên sivîl ên Amedê tawanbar kir û nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên 169 saziyan da.
169 sazî û rêxistinên sivîl Amedê bi daxuyaniyek hevpar ragihand ku ew naxwazin Erdogan were Amedê û hatina Erdogan protesto kirin. Wezîrê Tirk Eker nerazîbûn nîşanî vê daxuyaniyê da û wan saziyan tawanbar kir.
169 rêxistinên sivîl ên civakî yên Amedê têkildarî hatina Serokwezîr Erdogan a Amedê li Cemiyeta Rojnamegerên Başurê Rojhilat ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê 169 saziyên sivîl Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar daxuyanî xwend û wiha bang li serokwezîr kir: "Rayagiştî ya Tirkiyeyê û herêmê wate dida hatinên we yên berê yên Amedê. Lê rayagiştî tu wateyê nade hatina we ya vê carê"