Wezîrê Pêşmergeyan: Di Operasyona Mûsilê de çeperên pêşî hatine têkbirin
Wezîrê Pêşmergeyan Cafer got, "Di operasyona Mûsilê de çeperên pêşî yên di destê DAIŞ'ê de ne hatine têkbirin. Şikandina vê xetê di Operasyona Mûsilê de qonaxeke girîng bû."
Wezîrê Pêşmergeyan Cafer got, "Di operasyona Mûsilê de çeperên pêşî yên di destê DAIŞ'ê de ne hatine têkbirin. Şikandina vê xetê di Operasyona Mûsilê de qonaxeke girîng bû."
Wezîrê Pêşmergeyan Şêx Cafer ji ANF'ê re axivî û diyar kir, Operasyona Telaferê ku piştî Operasyona Mûsilê dest pê kir, di çarçoveya plana hatiye destnîşankirin de wê bê meşandin. Cafer got, "Di operasyona Mûsilê de çeperên pêşî yên di destê DAIŞ'ê de ne hatine têkbirin. Şikandina vê xetê di Operasyona Mûsilê de qonaxeke girîng bû."
Cafer ragihand, Operasyona Telaferê piştî Operasyona Mûsilê qonaxa duyemîn e û got, "Operasyona Telaferê berî qedandina Operasyona Mûsilê wê dest pê nekiribûya. Biryar bi vî rengî bû. Piştî qedandina Operasyona Mûsilê wê Heşdî Şabî tevî artêşa Iraqê operasyon bikira. Bawerim di vê biryarê de hin guhertinên em pê nizanin hatine kirin."