Wesayîtên ku di avakirina bendavan de dixebitîn hatin şewitandin

Wesayîtên ku di avakirina bendavan de dixebitîn hatin şewitandin

Wesayîtên kar ên ku di Bendava Xaletalîna Bedevê ya Şemzînana Colemêrgê de dixebitîn ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hate şewitandin.

Li gorî agahiyên ku hatiye bidestxistin gerîlayên HPG'ê şeva din seat 02.00'an de bi ser şantiyeya Bendava Xaletalîna Bedevaya li Şemzînanê de girtin û axaftinek têkildarî bendav çima divê neyên çêkirin kirin.

Piştî axaftinê gerîlayan 30 wesayîtên kar ên ku di bendavê de dixebitin şewitandin. Piştî bûyerê li herêmê operasyon hate destpêkirin. Tê zanîn ku bendava ku avakirina wê di sala 2008'an de dest pê kir û 73 mîlyon û 430 hezar TL dê lêçûn lê biçe li hemberî çûyîn û hatina gerîlayan tê avakirin.