Wesayîta polîsan welatiyek kuşt

Wesayîta polîsan welatiyek kuşt

Li Dêrsimê di demjimêrên sibehê de wesayîta polîsan li hemwelatiyekê bi navê Haydar Şahîn xist û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Wesayîta polîsan li ser rêya Dêrsim-Xarpêtê li kesekê da. Wesayîta polîsan ya li ber Marketa Çarşim li hemwelatiyê bi navê Haydar Şahîn da û Şahîn li cihê bûyerê jiyana xwe jidest da. Şahidên bûyerê aşkera kirin ku, wesayît gelek bilez dihat. Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Kamer Genç jî piştrast kir ku wesayît aydê polîsane. Cenazeyê Şahîn ku ji aliyê polîsan ve hate kuştin, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Nehat hînbûn ku, ajovanê polîs yê Şahîn kuştî hate binçavkirin ya na.