Wesayîta ku alav ji qereqorê re dibir şewitandin

Wesayîta ku alav ji qereqorê re dibir şewitandin

Gêrîlayên HPG’ê piştî ku agir bi wesayîta alav ji qereqola Yenîyazi ya navçeya Dêra Hênê ya Çewlikê re dibin xistin, dîsan li heman herêmê wesayîtekî ku alav ji qereqolê re dibir şewitandin.

Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê wesayîta biplaqeya 06 BL 0742 ya ku alav ji Qereqola Cendirmeyan ya Yenîyaziyê dibir, li herêma Kelepîçtepe yê rê lê girt ajovanê wê anî xwar û agir bi wesayîtê xistin. Li heman herêmê duh jî gêrîlayan wesayîteka ku alav ji qereqolê re dibir şewitandibû.