Wêneyên ji operasyona rizgarkirina bajarokê Til Seman

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, bajarokê Til Semen ê stratejîk ku 26 kîlometreyan dûrî Reqayê ye, ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin û azadkirin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, pêngava dorpêçkirin û rizgarkirina Reqayê ya 5’ê Mijdara 2016’an dan destpêkirin didomînin.

Piştî şerê dijwar, şervan duh ketin bajarokê Til Semenê.

Şervanên ku di demek kurt de bajarokê kontrol kirin, dest bi paqijkirinê kirin.

Piştî operasyonên paqijkirinê, şervanan bajarokê bi temamî ji çeteyên DAÎŞ’ê jî paqij kirin.

Operasyona bajarokê Til Semen ê ku hatî azadkirin, bi kamerayên ANF’ê hat kişandin.

...