Welatiyên çûn cihê bûyerê walî derewandin
Piştî Walîtiya Erdexanê îdîa kir ku mînîbusa sivîlan ji hêla PKK'ê ve hatiye gulebarankirin, welatiyên 15 deqe piştî bûyerê çûn cihê bûyerê daxuyaniya walî derewand.
Piştî Walîtiya Erdexanê îdîa kir ku mînîbusa sivîlan ji hêla PKK'ê ve hatiye gulebarankirin, welatiyên 15 deqe piştî bûyerê çûn cihê bûyerê daxuyaniya walî derewand.
Piştî Walîtiya Erdexanê îdîa kir ku mînîbusa sivîlan ji hêla PKK'ê ve hatiye gulebarankirin, welatiyên 15 deqe piştî bûyerê çûn cihê bûyerê daxuyaniya walî derewand. 2 welatiyên çûn cihê bûyerê diyar kir ku leşkeran ber zora çekan ew birine ber çem. Welatiyê bi navê Sînan Karabacak got ku ew çûne cihê bûyerê û wiha got: "Leşkeran gotin 'Ev yên ji zozanan e, wan berdin". Karabacak jî got ku ne mimkun e ku PKK ev bûyer pêk anîbe.
Li gundê Gundikê yê Golana Erdexanê welatiyên li mînîbusa bi plaqeya 75 M 0623 siwar bûn û ber bi Zozanê Avunderê ve bi rê ketin. Di seatên serê sibê de mînîbusa sivîlan hat gulebarankirin û di encama gulebaranê de Kamber Morkoç jiyana xwe ji dest da, Sabrî Morkoç û Altan Akin jî birîndar bû. Walîtiya Erdexanê der barê bûyerê de daxuyanî da û hewl da bûyerê têxe stûyê PKK'ê. Welatiyên 15 qede piştî bûyerê ji hêla leşkeran ve li wir hatine rawestandin û bi vî awayî daxuyaniya Walîtiyê derewandin. Welatiyê bi navê Sînan Karabacak piştî wan karê xwe yê sewalan qedand vegeriyan gund û got ku li ser rêya gund ji hêla leşkeran ve hatine rawestandin.
LI BER ÇEM LI ERDÊ DIRÊJKIRIN
Karabacak anî ziman ku navbera wan û leşkeran 200 metre bû û li ser hişyariya "rawest e" sekinîne û ji wesayîtê peya bûne. Karabacak bilêv kir ku ew ber bi leşkeran ve meşiyane û wiha pê de çû: "Wextê em nêzîkî leşkeran bûn me dît ku li pişt darê çeper girtine û berê çekên xwe dane me. Wê gavê min ji hevalê xwe re got 'Niyeta wan ne baş e, ew ê bera me bidin'. Piştî em ji wesayîtê daketin ji me re gotin 'dakevin ber çem'. Ji me re gotin 'Xwe li erdê dirêk bikin'. Me bi ya wan nekir. Heke me bi ya wan kiriba ew ê me bikuştana. Me pirsa çima me dane rawestandin li leşkeran kir. Ji me re gotin 'Ne axivin, xwe li erdê dirêj bikin'."
'EV YÊN ZOZANAN E'
Karabacak anî ziman ku 15 qede beriya wan li wir bûyer qewimîbû û dawiyê em bi vê bûyerê hisiyan û wiha domand: "Piştî fermandarên wan hatin gotin 'ev yên zozanan e' û bi vî awayî hiştin ku em derbas bibin. Beriya ku em biçin gefa ku em zêde biaxvin wê me bavêjin girtîgehê li me xwarin."
'NE MIMKUN E PKK EV BÛYER KIRIBE'
Karabacak li ser daxuyaniya walîtiyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Em ji vê derê re dibêjin Zozanê Avûnderê. Tu karê PKK'ê li vir tune ye. Ne mumkun e ku PKK ev bûyer kiribe. Haydê em bibêjin PKK'ê kiriye, walîtî dibêje wan kiriye, wê demê tiştên 15 deqe beriya bûyerê li heman deverê bi serê me de hatin kê kir. Ma qey em leşkeran nas nakin."
Şahidê bûyerê yê din Yavuz Çapan jî ev tişt anî ziman: "Leşkerek pispor ê bozik û astsubayek li wir bûn. Dest û lingê ew leşkerê pispor dilerizîn. Wekî ku derûniya wî xiras bibû. Wan ferma me biikujin girtibûn. Wî bang fermadarê xwe kir û fermandarê wî hat. Piştî ku li berteka me nêrî destûr da ku em ji wir biçin."