Yek ji 6 wekîlên BDP’ê ji aliyê rejima AKP’ê ve hatîn girtin, hat ragihandin ku wekîl Îbrahîm Ayhan ji hucreya yek kesî derbazî hucreya sê kesî kirine.
Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku doza “KCK”ê ji aliyê rejima AKP’ê ve hatî girtin, hevjîna Ayhan Rezan Ayhan ragihand ku, Ayhan derbazî qawîşekî sê kesî kirine. Bi telefonê li min geriyaye û gotiye rewşa min başe.
Hevjîna Ayhan Rezan Ayhan bilêv kir ku, di şeva Şemiyê de hevjînê wê derbazî qawîşa A-01 ya 3 kesî kirine, her wiha aşkera kir ku, di dema sirgûnê de Ayhan rastî êrîşa mehkûman hatiye û heqaret lê kirine.