Wê darizandina 23 siyasetmedarên Kurd sibehê li Erdîşê bidome

Ji bo doza ku li Wanê 23 siyasetmedarên Kurd tên darizandin, rûniştina biryarê sibehê ye.

5’emîn rûniştina doza 23 siyasetmedarên Kurd ku li navçeya Erdîş a Wanê bi hinceta tevlî daxuyaniya xwerêveberiyê bûne hatin girtin û Hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn û Abdûrrahman Çagan û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de ne, wê sibehê çêbibe.

Rûniştina doza 23 siyasetmedarên Kurd ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Erdîşê hatin binçavkirin û Hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn û Abdûrrahman Çagan jî di nav de ne, wê sibehê çêbibe. Tê payin ku di rûniştinê de biryar bê dayîn. Heyeta dadgehê di rûniştina 4’emîn de ku 3’yê Mijdara 2016’an pêk hatibû, bi hinceta lêkolîna CD’yên dosyayê, rûniştin taloqî 22’yê Kanûna 2016’an kiribû.