Waliyê Sêrtê: 12 kes hatin binçavkirin

Waliyê Sêrtê: 12 kes hatin binçavkirin

Waliyê Sêrtê, diyar kir ku duh li Sêrt, Bedlîs, Amed û Mêrsînê di operasyonên hemwext de 12 kes hatin binçavkirin.

Waliyê Sêrtê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da zanîn ku bi fermana Serdozgerê Komarê yê Sêrtê li Sêrt, Amed, Bedlîs û Mêrsînê operasyon hate lidarxistin û di operasyonê de 12 kes hatin binçavkirin. Di serdagirtinên dun li gund û navenda Sêrtê de Endamê Meclîsa Şaredariyê yê BDP'î Hîdayet Elînç û Agît Elînç, Razî Elînç M. Şîrîn Elînç, Murat Yıldız, Îlhamî Yeşîl û Nurettîn Kayhan hatin binçakirin û birin Fermandariya Cendirmeyan ya Bajar.