Walîtiya Tirk qedexe vê carê bi destûrê ve girê da
Walîtiya Tirk a li Sêrtê bi hinceta rewşa awerte li bajêr qedexeya ku ji bo çalakî û civînan dabû niha jî bi destûra walîtî û qaymeqamiyê ve girê da.
Walîtiya Tirk a li Sêrtê bi hinceta rewşa awerte li bajêr qedexeya ku ji bo çalakî û civînan dabû niha jî bi destûra walîtî û qaymeqamiyê ve girê da.
Weke li gelek bajarên din, li Sêrtê jî bi hinceta rewşa awarte çalakî, xwepêşandan û meş hatibûn qedexekirin. Walîtiya Sêrtê niha jî qedexe bi destûra walîtî û qeymeqamiyê ve girê dide.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin: "Li bajar û navçeyan civîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê û xwepêşandanên li cihên girtî an jî vekirî bi sîstema destûrê ve hatiye girêdan."