Li gorî daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, duh di pevçûna navbera gêrîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de 2 leşker mirin û 10 leşker jî birîndar bûn.
Pevçûnên ku bi dirêjahiya rojê li bejahiyên Şemzînanê domkirin, di demjimêrên dereng yên şevê de Walîtiyê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê 2 leşker mirin, 10 leşker jî birîndar bûn.
Walîtiyê ragihand ku, li herêmê pevçûn didomin.