Walîtiya Amedê biryara xwe ya tedbîra îdarî ya derbarê zarokên di bin rîskê de xist jiyanê û wekaleta 5 zarokan ji malbatê girtin û li “Malên Heskirinê” bicih kirin. Her wiha ji 151 malbatan re teblîgat şand û xwestin zarokên xwe li kolana nedin xebitandin.
Walîtiya Amedê, emniyetê, şaredariyê, cendirmeyê, îdareyên taxan, polîtîkayên malbat û civakî, perwerdeya netewî, tenduristî, ciwan û miduriyeta spor û çandê bi hevkariyekê birayara tedbîra îdarî ya di derbarê zarokên dixebitin-tênxebitandin yan jî di bin rîskê de girtibûn, di destpêka salê de xistin meriyetê. Li Amedê di cara yekem de hezar 500 zarokên li kolana hatin tespîtkirin qeydên wan hatin girtin.
Piştî biryara tedbîrê, 5 zarokên ku tê îdîakirin bi zorê tên xebitandin û parsektiyê pê didin kirin ji malbatê hatin girtin û li “Malên Heskirinê” bicih kirin. Di derbarê 31 malbatan de jî li gorî Qanûna Qebehetan ya hêjmar 5326 ya madeya 32’mîn jib o ceza lê bibirin, giliyê sûc li Serdozgeriya Komarê kirin.