Li navçeya Licê ya Amedê HPG’ê der barê şehadeta 3 gerîlayan de li gundê Bayirli yek jin bi giştî 10 kes binçav kiribûn. Waliyê ev agahî piştrast kir.
Bi îmzeya Walî Mustafa Toprak daxuyaniyek hat dayîn û wiha hate gotin: “Di 23’ê gulanê de saet 19.00 de li navçeya Licê gundê Bayirli komek hatine gund û 10 kesên ku temenê wan di navbera 18 û 65’an de ne binçavkirine. Der barê mijarê de şopandin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Li gorî çavkaniyên herêmî kesên ku hatine binçavkirin der barê 3 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane, hatine girtin. Heta niha ji HPG’ê daxuyaniyek nehatiye dayîn.