Walî Toprak: 85 kes hatine binçavkirin

Walî Toprak: 85 kes hatine binçavkirin

Duh terora ku polîsên AKP’ê li ser gel dayî meşandin û di encama pevçûna derketî de Waliyê Amedê Mustefa Toprak got, di mudaxeleyê de 85 kes hatine binçavkirin, ji ber avêtina kevir û madeyên teqandinê jî 10 polîs birîndar bûne. Her wiha Walî behsa bi dehan kesên ji ber terora polîsan birîndar bûyî nekirin.

Walî Mustefa Toprak di derbarê bûyerên duh li Amedê derketîn de daxuyaniyek da û ragihand ku, 85 kesên tevlî “Xwepêşandanên ne zagonî, êrîşî hêzên ewlekariyê kirine û zirar dane malê gelemperiyê” hatine binçavkirin.

Walî Toprak îdîa kir ku, di encama kevir avêtin û molotofan de 10 polîs birîndar bûne, 25 kes jî ji ber gazê bandor bûne û rakirine nexweşxaneyê. Toprak weke ku xebera wî jê nebe got, “Qasî ku di çapemeniyê de me dîtiye parlementerek birîndar bûye. Lê belê di vê demjimêrê de tu kes li nexweşxaneyê razayî nîne.”

Walî Toprak di daxuyaniya xwe de kesên hatine binçavkirin weke sûcdar bilêv kir û bi sedan kesên ji ber êrîşa hovane ya polîsan birîndar bûne behs nekir.