Di 3'ê Tebaxa 2014'an de, dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û civata Êzidî li komkujiyeke mezin rast hat. Di ser Komkujiya 3'ê Tebaxê ya roja reş re salek derbas bûn. Lê belê êşên wê hînê teze ne.
BAHOZ AMED/KÛRTAY SERHAT
ŞENGAL/ANF
şemî, 1 gelawêjê 2015, 07:00
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de, dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û civata Êzidî li komkujiyeke mezin rast hat. Di ser Komkujiya 3'ê Tebaxê ya roja reş re salek derbas bûn. Lê belê êşên wê hînê teze ne.
Çeteyên DAIŞ'ê piştî Mûsil û Tel Aferê, Şengal dagir kirin. Çeteyan bi çekên giran berê xwe dan Şengalê û ji ku ber li pêşberî xwe hêzeke şer bike nedît, dest bi komkujiyeke mezin kirin. 3161 kes hatin qetilkirin, 5950 kes hatin revandin, di serî de navenda bajarê Şengalê 170 cih û war hatin valakrin, 460 hezar Êzidî ketin ser rêya koçberiyê. Di dema komkujiyê û piştî wê de hêzên gerîla yên HPG û YJA STAR'ê û şervanên YBŞ û YPJ-Şengal, bi sed hezaran mirovên li Çiyayê Şengalê rizgar kirin û ew gihandin herêmên ewle.
HERÎ DAWÎ TEVDA DERKET
Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku di 10'ê Hezîranê de bi awayekî bêşer Mûsil dagir kirin, berê xwe dan Şengalê. Çeteyên ku kontrola gundên Ereb ên li derdora Şengalê xistin destê xwe, herî dawî piştî xistina Tel Aferê di şeva 3'ê Tebaxê saet di 02:00 de bi çekên giran berê xwe dan Şengalê. Saet di 09:00 de, piştî ku pêşmergeyên PDK'ê yên 11 salan li Şengalê 'parastin' dikirin reviyan, Şengal bi awayekî fermî ket bin dagirkeriya çeteyan. Ji ber ku pêşmergeyan gel bi tenê giştin, gelê Şengalê bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ma.
Ji şahidên komkujiyê rêveberê Tevgera Êzidiyan a Demokratîk û Azad (TEVDA) Mûnzûr Dêrsim ew kêliyên dît, bi vî rengî anî ser ziman: "DAIŞ'ê di êvara 2-3'ê Tebaxê de ji aliyê Baacê ve êrîşî Gir Zerik, Siba Şêx Xidir û Til Izêr kirin û bi vî rengî dîtin ku hêza li pêşberî wan çi ye. Ji ber ku dîtin ti hêzek li hemberî wan şer bike nîne, piştî rojekê bi komeke biçûk êrîşî Şengalê kirin. Bêyî şer bajar dagir kirin. Saziya me TEVDA, saziya herî dawî bû ku ji Şengalê derket. Me ev hemû bi çavên xwe dît. Heta danê nîvro jî em li Şengalê bûn. Piştî nîvro hêzeke biçûk a DAIŞ'ê ket nava Şengalê. Ji xwe ew hêz jî ji Şengaliyan pêk dihat. Xwe bi rêxistin kiribû, di nava du-sê saetan de xwe komî ser hev kiribû û êrîş kiribû. Vana xwe gihandin pêşiya saziya me. Di nava wan de kesên me ew nas dikir jî hebûn. Ciwanên ku me beriya niha dîtibûn. Kincên DAIŞ'ê li xwe kiribûn û ragihiştibûn çekan. Piştî êvara 3'ê Tebaxê çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Baac û Mûsilê hatin û Şengal ket destê çeteyên DAIŞ'ê. Lê belê eger sîstemeke parastinê û amadekariyeke Şengalê hebûya, DAIŞ wê nikarîbû ewçend bi hêsanî biketibûya Şengalê."
FERMANDARÊN PÊŞMERGEYAN RED KIRIN
Çeteyên DAIŞ'ê ji çar aliyan ve êrîş kirin. Gelek cih dagir kirin. Ji bo şikandina êrîşên çeteyan, ciwanên Êzidî yên berê bi hêzên gerîla re perwerde dîtibûn, ketin nava şer. Li bajarokê Sinûnê yê Çiyayê Şengalê, ji fermandarên YBŞ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir Dilşêr Herekol behsa wê demê kir: "Em li bajarokê Sinûnê bûn. Bi wesayîtekê bi awayekî sivîl hatin û bi zimanê Erebî gotin, 'Werin teslî bibin, em ê we nekujin'. Ji ber ku me bi zimanê Erebî nedizanîbû, me digot qey ew sivîlên hatine alîkariyê ne. Piştî ku me fêm kir çete ne, me li wan dan. Bi qasî saetekê me şer kir. Dûre hêza teqwiye ya çeteyan hat û rêya di navbera çiya û bajarok de birî. Ji ber ku cebilxaneya me nema, me jî berê xwe da Rojava. Li bajarokê Sinûnê hêzên pêşmerge hebûn, lê belê fîşekek bi tenê jî neteqandin. Em çûn cem wan û me ji wan re gotin 'Werin em bi hev re li dijî çeteyan şer bikin'. Bi telefonê em li fermandarên wan geriyan û me pêşniyara xwe kirin. Lê belê fermandarên pêşmergeyan ji me re gotin, 'Çekên me yên giran û fîşekên me nîne, em diçin'. Em bi pêşmergeyên YNK'ê re axivîn, me ji wan re jî gotin, 'Werin em bi hev re şer bikin'. Wan jî gotin, 'Eger PDK şer nake em ê jî şer nekin'. Ev gel bi tenê hiştin."
ÇEK Û CEBILXANE JI DAIŞ'Ê RE HIŞT!
Ji fermandarên YBŞ'ê Serxwebûn Cevahîr anî ziman ku wan ji hêzên pêşmergeyan çek û cebilxane xwestin, lê belê hêzên pêşmerge yên reviyan, ev alîkarî jî nedaye wan. Cevahîr got, "Me li dijî çeteyan şer dikir, lê pêşmergeyan fîşekek jî neteqandin. Me ji wan pirsî 'çima hûn fîşekê nateqînin'. Ji me re gotin, 'Biryareke bi vî rengî ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê nîne'. Me got, 'wê demê çekên xwe yên giran ji me re bihêlin, em ê şer bikin', lê ew jî qebûl nekirin. Piştre li navenda Şengalê zêdeyî 70 tank, top, doçka û çekên giran ji DAIŞ'ê re hiştin û çûn. Wan bi xwe li ser van çekên giran alên DAIŞ'ê daliqandin. Bi vê re jî qîma xwe neanîn, ji DAIŞ'ê re xwarin û av hiştin. Me ev hemû bi çavên xwe dîtin."
'MIN BI ÇAVÊN XWE DÎT'
Yên ji komkujiyê reviyan, gelekan berê xwe dan çiyê, lê belê ji ber germa Tebaxê nikarîbûn zêde bimeşiyan û dîl ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Ji rêveberiya TEVDA Mûnzûr Dêrsim ku şahidî ji wan kêliyan re kir got, "Ji ber germa Tebaxê, jin û zarok nikarîbûn di germa nîvro de bimeşin û dîl ketin destê çeteyan. Min bi çavên xwe dît: li jorê Şengalê 3-4 hezar jin û zarok bi hev re dimeşiyan, DAIŞ pêşî li wan birîn û ew birin. DAIŞ'ê hingî heqaret li gel nedikir, lê belê yên venedigeriyan dikuşt. Ji mirovên din re digotin 'em ê we biparêzin'. Ya ku bi serê gelê me hat, ji vir destpê kir."
Dêrsim anî ziman ku DAIŞ ji ber dizanîbû TEVDA li çiyayê Şengalê amadekarî kiriye, ewçend bi hêsanî neket nava Şengalê û got, "Dema ku pê hesiyan amadekariyên me ne tam e, çekên me yên giran û cebilxaneya me tineye, ketin nava Şengalê. Lê dîsa jî tevî ku hejmara wan kêm bû jî hevalên me gel parastin û DAIŞ nikarîbû xwe bigihîne çiyê."
TIRS Û PANÎKÊ
Serxwebûn Cevahîr da xuyakirin ku di nava gel de tirseke mezin peyda bû û ew kêlî bi vî rengî vegot: "Piştî ku gel dît hêza wan biparêze ji Şengalê reviya ye, ji ber êrîşên DAIŞ'ê berê xwe da çiyê. Tirs û panîkeke mezin hebû. Me hewl dida moral bidin gel, tirsa wan bişikînin. Di wê demê de Şehîd Canpolat ji bo moral û motîvasyonê bide gel rahişt ala PKK'ê û li ser serê çiyê daliqand. Dema li xeta Barê-Şîlo şehîd ket timî ev digot: 'Ez deyndarê civata Êzidî me'. Ji bo vegerandina gelê berê xwe da çiyê pêşmergeyan gule li gel direşandin. Dixwestin gel radestî çeteyan bikin. Tevî van hemû neyîniyan jî gel, bi awayekî tî û birçî gihaşt çiyê. Ne xwarin ne jî av..."
Mûnzûr Dêrsim diyar kir ku çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ, mirovên dîl digirt qetil dikir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Çeteyan li cihên weke Solak û Merka, bi komên ji 30, 40, 50 kesan mirov qetil dikirin. Yên ev dîtin, ti carî ji bîr nakin. Mirov, li şûna dîl bikevin destê DAIŞ'ê dixwestin ji tî û nêza bimirin. Dixwestin ji hovîtiyê birevin. Gelek ji wan ji ber tî û birçîbûna şehîd ketin."
MEMO MÊRDÎN KOMKUJÎ VEGOT
Ji fermandarên YBŞ'ê Memo Mêrdîn jî bi van gotinan komkujiya jê re şahidî kir vegot:
"Hin ji mirovan xwe ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin; hinek jî ji ber tinebûna derfetan nikarîbûn ji gund û malên xwe derkevin. Ev mirov dîl ketin destê çeteyên DAIŞ'ê; serê wan hatin jêkirin û şehîd ketin. Li qada Merka ya li rojhilatê Çiyayê Şengalê ye çeteyên DAIŞ'ê 70 kes dan rûniştandin û bi BKC qetil kirin. Cenazeyên wan hînê li wir in, ez cihên wan dizanim. Li ser rêya Mûsilê jî serê 10 kesan jê kirin û xistin rêzê. Li gundên Êzidiyan bi vî rengî bi hezaran mirov qetil kirin. Hînê hejmara mirovên hatine kuştin, zelal nîne. Hin jê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin, hin jê li destş û newalan ji tî û Nêza mirin...Dema baran bariya gelek cenaze li ber lehiyê ketin û winda bûn.
Di roja pêncemîn a komkujiyê de ez çûm cem zarokeke keç a 5 salî ya li erdê bi tena serê xwe bû. Ji tîna û nêza, serê wê ji pişt ve dihejiya. Tî û birçîbû, lê li ber xwe dida. Dema çûm cem, ew tiştê min dît ti carî ji bîr nakim. Mîna ku hînê li pêş çavên min e, dijîm. Hêdîka çavê xwe vekir û li min temaşe kir. Dixwest bizanibe ku ez kî me. Piştî ku ez dît, careke din çavên xwe berda jêr. Min dilopek av dayê, lê nikarîbû vexwara. Heta êvarê li ber xwe da û êvarê şehîd ket. Gelek mirovên derketin çiyê, binê lingê wan qelişîbû, xwîn diherikî. Nizanîbûn wê bi ku ve biçin, lê dibeziyan. Bi tenê dixwestin biçin cihekî şer lê nîne. Kîn û hêrsa xwe jî ji bîr kiribûn. Rastiyeke bi vî rengî ya gel û xeteriya komkujiyê hebû."