Vîna gel salek e girtî ye!

Vîna gel salek e girtî ye!

Tam salek bi ser hilbijartinên 12’ê Pûşpera 2011 re derbas bûn. Berbijarên Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê ku yê bi dengên zêde hatibûn hilbijartin; Gulser Yildirim, Kemal Aktaş, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Ayhan û Hatîp Dîcle, heta niha jî di girtîgehan de ne.

6 parlementerên Kurd ên ku bi dengên sedhezaran kesî hatin hilbijartin, ev tam saleke di girtîgehan de tên ragirtin û destûr nayê dayîn ku nunertiya gelê xwe bikin. Di vê demê de parlementeriya Parlementerê Amedê Hatîp Dîcle hat betalkirin, ji bo betalkirina parlementeriya Kemal Aktaş jî, dosya ji Meclîsê re hatiye şandin. Di darizandina parlementerên din de jî tu guhertinek tune ye.

Ne tenê parlementerên Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) girtî ne. A niha parlementerek ê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) û parlementerek ê Partiya Komargir a Gel (CHP) girtî ne.

Piştî dadgehan piştî hilbijartinê biryara serbestbernedana parlementerên girtî dan, BDP’ê û CHP’ê beşdarî sodxwarina vekirina Meclîsê nebûn. Lê piştî ku CHP’ê ji bo krîza sonxwarinê bi AKP’ê re li hev kirin, di 11’ê tîrmehê de sondxwar û çû Meclîsê. Parlementerên BDP’ê jî di 1’ê cotmehê de sond xwarin.

Gelek rayedarên hikûmeta AKP’ê û Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek gelek caran der barê parlementerên girtî de daxuyanî dan û vê yekê hêvî da BDP, CHP û MHP’ê. Di hevdîtina Çîçek di 26’ê nîsanê de bi nunerên her sê partiyên muxalîf re pêk anîn de, sererastkirina biryarek a Qanûna Ceza ya Dadgehê hat ecibandin û dê parlementerên girtî bi vê yekê serbest bihata berdan.

Lê hikûmeta AKP’ê vê yekê qebûl nekir û diyar kir ku pirsgirêka wekîlên girtî, pirsgirêka darazê ye û diyar kir ku divê ev pirsgirêk ji aliyê dadgehê ve bê çareserkirin. Bi vê daxuyaniya AKP’ê êdî gotûbêjên li ser serbestberdana parlementerên girtî jî bi dawî bûn.

Piştî ku Dadgeha Bilind salek û mehek cezayê girtîgehê yê li Parlementerê Serbixwe y ê Wanê Kemal Aktaş hat birîn, erê kir, ji bo betalkirina parlementeriya Aktaş dosyayê ji Serokatiya Meclîsê re şand. Ger Serokatiya Meclîsê dosyaya Aktaş di Civata Giştî de bixwîne, dê bê dengdan, wekîltiya wî betal bibe.