Vegera welatiyan a li Geverê dewam dike

Vegera welatiyan a li Geverê dewam dike. Gel hewl dide birînên xwe bipêçe, ekîbên şaredariyê jî dest bi kar kirin.

Vegera welatiyan a li Geverê dewam dike. Gel hewl dide birînên xwe bipêçe, ekîbên şaredariyê jî dest bi kar kirin.

Navçeya Geverê ya Colemêrgê ku piştî 79 rojên "qedexeya derketina derve", ji ber êrîşên hêzên dewletê veguherî qada şer. Welatiyên ji neçarî û bi zorê ji navçeyê hatibûn derxistin, piştî ku "qedexe" di nava rojê de hat rakirin, dest bi vegerê kirin. Ji ber vegera zêde bi hezaran welatî hê li benda kontrolê ya Pireya Nû û li pêşiya navçeyê radiwestin. Welatiyên ku heya êvarê nikarin bikevin nava navçeyê, ji ber helwesta kêfî ya polîsan ji neçarî di wesayîtên xwe de radizên. 

Malatên ku karîn bikevin nava taxên Cûmhûriyet, Dizê, Orman, Kişla, Mezarlik û Gungurê yên şer lê giran bû, birînên xwe dipêçin. Li van taxên ku piraniya xaniyên lê bi çekên giran hatine xerakirin, welatî eşyayên xwe yên mayî, ji binê xirbeyan derdixînin. Geverî alî hev dikin û hewl didin derdora xwe paqij bikin.

Ji bo welatiyên demên qedexeyê de hatin mexdûrkirin jî komên girêdayî şaredariyê dest bi xebatê kirin. Endamên Komîsyona Tespîta Xisarê ya Şaredariyê, malên li Gungorê hatine hilweşandin û şewitandin lêkolînan dikin. Endamên komîsyonê wê piştî vê taxê derbasî taxên di bibin û encamên lêkolînên xwe wê raya giştî re parve bikin. 

Komên ser bi şaredariyê dest bi belavkirina xwarinê kirin û wê di demeke kurt de ji bo avakirina cihan kampanyayê bidin destpêkirin.