Xwediyê Îmtîyazê û Midûrê Karên Nivîskî yê berê yê rojnameya Azadiya Welat Vedat Kûrşûn serbest hat berdan. Kûrşûn di çarçoveya sererastkirina “taloqkirina sucên propagandayê ya bi rêya çapemeniyê” de serbest hat berdan. Kûrşûn ji ANF’ê re axivî û got; “Bila bi serbestberdana kesek nebêjin wana azadiya ramanê aniye. Ew bi xwe distrên û lê vedigerînin."
Cezayeke rekor li rojnamevanê Kurd Vedat Kûrşûn hatibû birîn û piştî 3 sal û 7 mehan di girtîgehê de ma, serbest hat berdan.
Kûrşûn wiha ji ANF’ê re axivî; "Di 2009 de li Stenbolê hatim girtin, nêzî 3 sal û 7 meh bûn di girtîgehê de bûm. Cezayek ku tu li deverên cîhanê nehatiye dîtin li min hate birîn, lê ji ber zextê nraya giştî, ev ceza ji aliyê dadgeha bilind ve hat darxistin û bû 10.5 sal. Ji destpêkê ve bê edaletî hebû. AKP her tim behsa azadiya ramanê dike, lê ew bi xwe asteng dike."
Kûrşûn diyar kir ku piştî girtîgeha Amedê, sirgunê Gîresûnê hatiye kirin û ev agahî da; “Piştî 15 rojan, dîsa heman 5’emîn Girtîgeha Cezayê Giran a Amedê ya ku ez dabûm girtin, biryara taloqkirina ceza da. Cezayê min hatibû mîsogerkirin, lê piştî ku ev sererastkirina nû ez tehliye bûm."
Kûrşûn destnîşan kir ku her çendî ew serbest hatibe berdan, lê ev yek nayê wê wateyê ku edalet pêk hatiye û got; “Jixwe girtina me bi xwe bêdadî ye. Darizandin bi xwe bêhiqûqî ye. Em niha nikarin bawer bikin ku edalet pêk hatiye. Ew bi xwe distrên û lê vedigerînin.”
'EZ TEHLIYEKIRINÊ WEKE PÊNGAVA AZADIYÊ NABÎNIM
Vedat Kûrşûn bal kişand ku li Tirkiyeyê bi serbestberdana çend kesan azadiya çapemeniyê pêk nayê û got; “Azadiya çapemeniyê bi kesekî re sînordar nine û bi serbestberdana kesekî nabe. Ger hemû kesên di girtîgehan de ji ber ramanên xwe hatine giritn serbest hat berdan, wê demê mirov dikare bêje hewayeke azadiyê heye. Heta niha jî nêzî 100 hempîşe û hevalên me girtî ne. Cezayên giran ji wan re tên xwestin."
'EZ Ê SUCÊN XWE YÊN BERÊ BERDEWAM DIKIM!'
Kûrşûn destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên berê bidomîne û got; “Di 3 sal û 7 mehan de min hewl da ku ez xwe zêdetir di pîşeyê xwe de pêş bixim. Ji ber ku ez ê bersiva herî baş bi pîşkeyê xwe bidim. Em ê hewl bidin ku bi pîşeyê xwe bersivê bidin zilma AKP’ê û pêkanînên darazê yên li hemberî me. Ger bi gotina wan tişta em dikin suc be, em ê sucê xwe bidomînin. Ez ê ji cihê lê mabûm bidomînin. "