Vedat Aydin nehat jibîrkirin

Vedat Aydin nehat jibîrkirin

21 sal beriya niha Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin bi îşkenceyê hat kuştin, piştre avêtin binê pirek li navçeya Maden a Xarpêtê, û piştî demekê cenazeyê wî li wir hatibû dîtin. Piştî sê rojan cenazeyê Aydin ê ku li Amedê girseya gel baş rêxistin kiribû, bi serhildanekê spartin axê.

Di salên 1990’yî de tevgera azadiya Kurdan, li Bakûrê Kurdistanê xwe di nava girseyê de bi cih dikir, di van deman de çeteyên kontrgerîlla ketin dewrê. Xwestin bi kuştin, girtin û sûîqestan pêşî li vê yekê bigirin. Li bejahiyan gund hatin valakirin û şewitandin, berê wan dan bajaran, li bajaran jî navê rewşembîr û karsazên Kurd ên welatparêz ket “lîsteya qûrbanan”. Yek ji van siyasetmedarên Kurd ku navê wî bi pênûsa sor hatibû nivîsandin Vedat Aydin bû. Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Gelê (HEP) ya Amedê Vedat Aydin di 5’ê tîrmeha 1991 de hat revandin, di 7’ê tîrmehê de hat înfazkirin. Piştî wê jî kuştinên “failî meçhûl” ango kuştinên kiryar nediyar dest pê kirin.

Vedat Aydin di 5’ê tîrmeha 1992 roja înê demjimêr di 23.45 de ji aliyê polîsan ve ji malê hate girtin, piştî ku îşkenceyên giran lê kirin, kuştin. Malbata Vedat Aydin û Rêxistina Bajêr a Amedê ya HEP’ê serî li Midûriyeta Emniyeta Amedê, Walîtiya OHAL’ê (Rewşa awerte), Dozgeriya Amedê, Fermandariya Cendirmeyan dan, lê hemûyan jî gotin; “Haya me jê tune ye.” piştre cenazeyê Aydin di bin pirek a navçeya Madena Xarpêtê de hat dîtin. Nûçegihanek rojnameya Sabahê, di 7’ê tîrmehê de telefonî Midûriyeta Emniyeta Amedê kir û diyar kir ku cenazeyek bê nasname hatiye dîtin û pirsî ka kesek wenda heye an na. Emniyetê jî got ku tu kesek wenda tune ye. Piştî rojekê walîtiyê aşkere kir ku cenaze yê Vedat Aydin e.

Di 10’ê tîremhê de bi deh hezaran li ber avahiya HEP’ê kom bûn û bi maşîneyan çûn cenazeyê Aydin ji Madenê wergirtin. Gava karwanê cenaze gihişt Amedê, zêdetirê sedhezar kes kom bûn. Piştî nimêja cenaze hat kirin, polîsên li ser sûrê gulle li girseyê reşand û nêzî 20 kes kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûn.

JI BO DEMBORIYÊ ROJEK MA, LÊPIRSÎN HAT DIRÊJKIRIN

Di 5’ê tîrmeha 2011 de Serdozgeriya Amedê ya Raye Taybet der barê kuştina Vedat Aydin de dest bi lêpirsînê kir, tenê rojek ji bo demboriya doza Aydin mabû. Piştî agahiyên hevsera Aydin, Şukran Aydin dan, doz dîsa hat dirêjkirin.

HANEFÎ AVCI: KUŞTINA VEDAT AYDIN KARÊ JÎTEM’Ê YE

Midûrê Şaxê Îstîxbaratê yê Emniyeta Amedê yê berê Hanefî Avci, di rûniştina doza ku Fermandarê berê yê Alaya Qeyseriyê Cemal Temîzoz, Şaredarê berê yê sercerdevan Cizîrê Kamil Atak û cerdevanên din têde dihatin darizandin, weke şahid amade bû. Avci di rûniştina dozê ya li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat de got; "Gava ez li vir bûm, Cem wana (Ersever), Arif wana (Dogan, li vir bûn. Cem li ser wan bû. Em gelek caran di civînan de dihat cem hev.

Tê zanîn ku hin rêbazên din ên ku polîs, cendirme û MÎT dixwazin pê li dijî terorê têbikoşin hene. Kesên di van yekîneyan de di têkoşîna li dijî terorê de qanûnan nas nedikirin. Ez di wê demê de bûm şahidê sê bûyerên wiha. Li hemberî parêzerek ê Amedê (Mustafa Ozer) êrîşa bombeyî pêk hat. Piştî wê wesayîtek din a ji cihê bûyerê reviya hat rawestandin. Kesên di wesayîtê de gotin ew endamên JÎTEM’ê. Gava min kuştina Vedat Aydin û bombekirina buroya rojnameyekê lêkolîn dikir, min dît ku ber bi vir ve diçe. Bi ya min vê komê ev yek kirine."

ÎTÎRAFKAR SERBEST HATIN BERDAN

Piştî ku der barê Yeşîl de biryara lêgerînê hat dayîn, Dozgeriya Raye Taybet a Amedê di 6 tîrmeha 2011 de 3 kesên îtîrafkar girt binçavan. Kesên hatin binçavkirin Hasan Adak, Murat Demir û e Halit Çelik, piştî lêpirsînê serbest hatin berdan.

AYGAN, KESÊN DESTÊ WAN DI KUŞTINA VEDAT AYDIN DE HENE AŞKERE KIRIBÛ

Abdulkadîr Aygan, piştî ku ji nava PKK’ê re revî, ji bo JÎTEM’ê xebitî û piştî ku ji wir veqetiya bû îtîrafkar. Aygan der barê kuştina Vedat Aydin de wiha gotib:

"Beriya vê cinayetê, Fermandarê Koma JÎTEM a Amedê A. Cem Ersever û Alîkarê Fermandarê Komê (Celîl) Aytekîn Ozen, Alî Ozansoy, Selahattîn Gorgulu û ez; em bi fermana JÎTEM’ê çûn ber mala Vedat Aydin. Cem Ersever, Alî Ozansoy û Selahattîn Gorgulu derdora malê keşif kirin û hejmara qat û xaniya wan tesbît kirin. Piştî çend rojan, di 7’ê tîrmeha 1991’ê de ez ji mala xwe çûm JÎTEM’ê. Ji bilî du sê leşkeran, kes şiyar tune bû. Leşkerê postayê Cem Ersever bû got; ‘Kedkê hêdî biaxive, fermandar û hevalên din razane, şevê çûne wezîfeyê, dereng vegeriyane. Piştî bû nîvro, Cem Ersever rabû û ji min re got ‘çima tu zû hatî, cenazeyê Vedat Aydin hatiye dîtin, her der tevlîhev bûye’. Min wê demê meseleyê fêm kir. Li gorî agahiyên hevsera Vedat Aydin, Şukran Aydin dane, kesê ku wê behs dikir hema Aytekîn Ozen bi xwe bû.”