Şandeya UNESCO'yê serdana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk li meskenê wê kir. Şandeyê diyar kir ku her tim li pişt gelê kurd in û gelê kurd mafdar dibînin. Heyetê da zanîn ku gelê kurd xwedî vîn û hêzek xurt û mezin e. Tugluk jî anî ziman ku gelê kurd ji bo statu û nasnameya xwe têkoşînê dide û dê teqez bingêjin azadiya xwe.
Heyeta UNESCO (Rêxistina Zanîst, Perwerde û Çandê ya NY’yê) ku ji Fransayê hat, li avahiya KCD'ê Seroka KCD'ê Aysel Tugluk ziyaret kir. Li ser navê KCD'ê Hevseroka KCD'ê Prz û Parlementera Wanê Aysel Tugluk heyet pêşwazî kir û bi heyetê re hevdîtin kir. Di heyeta UNESCO de ji Toulouse Barosuyê Prz. û aktîvîstê mafên mirovan Agues Casero û Derdorzan û fîlozof Antoine Nochy cih girtin. Casero, di ziyaretê de diyar kir ku armanca wan lêkolîna Amedê lêkolîn bikin û wiha got: "Dîroka Amede di nava dîroka navenda cîhanê de cih digire. Di kolanekê de hem dêr û hem jî mizgeft hene. Ev gelek girîng e. Herêma Mezopotamyayê ji aliye arkeolojiyê ve pir dewlemend e.
Tugluk, jî bi ziyareta heyetê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Li Amedê gelek bawerî di nava hev de û bi hev re dijîn. Em bawerî, çand, ziman û civakên cuda wekî rengînî û dewlemendiya herêmê dibînin. Ji bo ku çand, baweriyên cuda û zimanên cuda bi hevre bişînin têkoşînê didin. Ez bawer dikim ku dê her kes bigêje mafê xwe û dê her kes azad bijî.
Tugluk, anî ziman ku encama şer pir giran e û wiha axivî: "Gelê kurd neteweya herî kevn a li ser vê axê ye. Em nasname û statiya gelê kurd dixwazin û ji bo vê yekê têkoşînê didin. Gelê kurd dê azadiya xwe bi dest bixe.