Polîsan şevê din li taxên Îstasyon û Mîthatpaşa ya Wanê bi awayeke hevdem bi ser 25 malan de girtin. Di encama serdegirtinan de bi dehan kes hatin binçavkirin 2 mal jî hatûn gulebarandin. Piştî bûyerê rêveberên BDP û ÎHD’a Wanê çûn cihê bûyerê lêkolîn kirin û ji bo ronîkirina bûyerê bi Serdozgerê Cunhuriyetê yê Wanê re hevdîtin pêk anîn.
Piştî hevdîtinê rêveberan daxuyanî da û diyar kir ku kesê di bûyerê de jiyanê xwe ji dest daye, li gorî agahiyên dozger navê wî Mehmet Cîn e û gerîla HPG’ê ye.
Polîsan şevê din li taxên Îstasyon û Mîthatpaşa ya Wanê li dora saet di 04.00'an de bi awayeke hevdem bi ser 25 malan de girtin. Bi sedan polîsên ku bi ser malbatên paşnavê wan Pala girtin de bi ser mala Haci Yakup Pala û Hasan Pala de girtin û bi çekên otomatîk gulebaran kirin. Polîsên ku ketine her du malan jî dan ber guleyan. Li ser diwaran jî xuya bû ku bi sedan gule berdane û di dîwar, derî û camên malan de şopa guleyan hat dîtin. Kesê ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin xwîna wî li erdê bûbû gol.
Piştî serdegirtina malan û gulebaranê kesekî jiyana xwe ji dest da û 22 kesên di navde jin jihene hatin binçavkirin. Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Seroka Rêxistina BDP’a Wanê Mîhrîban Şah, rêveberên BDP û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wan Omer Işik li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Heyeta ÎHD û BDP'ê piştî lêkolînê bi Serdozgerê Cumhuriyetê yê Wanê re hevdîtin pêk anîn. Piştre Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wan Omer Işik ji ajansa me DÎHA’yê re axivîn û li gel angaştkirinê jî bûyer hinek ronî kirin.
‘HATIYE ÎNFAZKIRIN’
Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, diyar ku li gorî hatiye angaştkirin du gerîlayê HPG’ê ketine malekê û polîsan ew şawandine. Uçer, anî ziman ku polîsan operasyon bi ser malê ve pêk anîne û tê angaştkirin ku pevçûnek li hember hev çê bûye. Uçer, destnîşan kir ku li gorî agahiya Serdozger, kesê jiyana xwe ji dest daye gerîlayê HPG’ê Mehmet Cîn e û gerîlayek din ê HPG’ê kesê bi navê Selîm Taşkin jî bi saxî hatiye dîl girtin.
Uçer, da zanîn ku dozger angaştiye ku di malê de 2 keleşnîkof û 6 bombeyên destan hatine desteserkirin. Uçer, bûyerê wiha şîrove kir: “Ji eynî malbatê, têkildarî bûyerê 22 kes hatine binçavkirin. Li gorî me li şahidê bûyerê guh dar kir û agahiyên me bi dest xistin, her çiqas şer li dijî hev qewimî be jî ew nikarin tu însanî înfaz bikin. Ger ku hêzên polîsan operasyon û êrîş pêk anîbin jî, ger ku li gorî mafê jiyan û mafê mirovan êrîş pêk bi hata dê tu kes jiyana xwe ji dest neda. Pêwîstiya gelek kesan bihatina binçavkirin ne hewce bû. Delîliya me xurte ku polîsan ew kes înfaz kiriye. Ev operasyon û êrîş ji ne dîtina mafê mirovan e. Jiyana mafê mirovan hatiye kuştin.”