Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel di konsera 12'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de axivî û bal kişand li ser geşedanên li Sûriyeyê. Tuzel got; "Serokewezîr ji yekîtiya neteweya Kurd tengezar dibe. Serokwezîr tu dê zimanê kurdan nas bikî, dawî li tecrîdê bînî û hemû dîlên ku te girtine serbest berdî."
Di çarçoveya 12'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de li stada sporê ya Dêrsimê bi tevlîbûna hunermendên jin konser hat dayîn. Bi hezaran kesên ku ji Amed, Çewlik, Elezîz, Mêrdîn, Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr û bajarên din hatine tevlî konserê bûn. Di konsera ku bi deh hezaran kes civiyan de piştî hunermend Zelal Gokçe Koma Dengê Jinên Azad derket ser dikê. Bi deh hezaran kesî strana "Daglara gel daglara" bi komê re strîn. Li ser eleqeya mezin komê ev stran dûbare strî.
Sirûd û stranên komê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hat birîn. Pişt re Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn axivî û got; "Tevî hemû zext û pêkûtiyan me mîhrîcana xwe lidar xist. Em ji vê derê ji hevalên xwe yên girtî re silav dişînin. Operasyonên AKP li ser gelê kurd bi armanca înkar û tunekirinê dimeşîne dê negihîjin serkeftinê. Tevî vê yekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dij mirovîn e. Lewma divê ev tecrîd demildest bê bidawîkirin.
'SEROKWEZÎR JI YEKÎTIYA NETEWEYA KURD TENGEZARE'
Piştî hunermend Aynur Dogan derket ser dikeyê Parlementerê Serbixwe yê Stenbolê Levend Tuzel axivî û wiha got: "Yên di oxira van xakan de canê xwe feda kirine vala vala bedel nedane. Dayîkên me vala vala rondikên çavan nebarandin. Soza me bidawîkirina êşane. Armanca van mîhrîcanan jî eve." Axaftina Tuzel bi dirûşmeya "Lêxe gerîla lêxe Kurdistanê ava bike" hat birîn. Tuzel anî ziman ku, lêborîna Erdogan ya ji bo Dêrsimê sexte ye û wiha axivî:
"Ew tenê ji bo li CHP'ê bixe ev gotin got. Lêborîna rasteqîn ne wisa ye. Me zihniyeta Serokwezîr a Roboskiyê dît. Ma pêkane mirovên di 38'an de bi gazê hatine xeniqandin, ji kendalan hatine avêtin û kesên hatin sirgûnkirin bên jibîr kirin? Bila arşîv bên vekirin û rûyê dewletê yê qirêj derkeve holê."
‘SEROKWEZÎR ERDOGAN TEHEMÛLÎ SERKEFTINA KURDÊN SÛRIYEYEÊ NAKE’
Piştî demeke dirêj dirûşmeya "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" Tuzel bal kişand li ser geşedanên Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Serokwezîr Erdogan tehemûlî serkeftina kurdên Sûriyeyê nake. Serokwezîr vala vala nedigot birayê min Esad. Hemû dîktator bira ne. Ew parazvanên kujer û tecawîzkaranin. Ez ji vê derê meşa azadiyê ya kurdên Sûriyeyê silav dikim. Serokwezîr Erdogan ji yekîtiya neteweya kurd tengezar e. Kurdan wekî gefekê dibîne." Tuzel ji bo Serokwezîr Erdogan ev hevok rêz kirin: "Tu dê zimanê kurdan nas bikî, dawî li tecrîdê bînî û hemû dîlan serbest berdî."
Piştî axaftina Tuzel Silbûs û Tarî derketin ser dikeyê. Bi deh hezaran kesî stranên komê yên wekî; "Oremar", "Destaneya Zapê" û "Dîren Diyarbekîr" bi komê re strîn.
Piştî konserê deh hezaran kesî sirûda "Çerxa Şoreşê" qêriyan û dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên wekî; "PKK gele gel li vire", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Şehîd namirin" hat berzkirin. Girse piştî meşê belav bû.