TUYAD-DER a Wanê: Li girtîgehan binpêkirina mafan zêde dibe
TUYAD-DER a Wanê, bal kişand ser binpêkirina mafan li girtîgehên Tirkiyeyê û banga hişyarî û berpirsyariyê li raya giştî ya Tirkiyeyê kir.

TUYAD-DER'a Wanê têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê nayên dermankirin civîna çapemeniyê lidar xist. Rêveberê TUYAD-DER'ê Mehmet Emîn Şeker anî ziman ku bi konsepta şer a hikûmeta AKP'ê re, li girtîgehan zext û operasyonên tepisandinê zêde bûne.
Şeker da zanîn ku di serî de li hemberî girtiyên nexweş li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan gihiştine asta herî jor û têkildarî rewşa Girtîgeha Tîpa M a Wanê wiha axivî: "Li girtîgehê 3 jê jin bi giştî 22 girtiyên nexweş hene û nayên dermankirin. 19 girtiyên zilam di heman odeyê de tên ragirtin. Ev yekê di sala 1982'an de li Girtîgeha Amedê pêk dihat. Armanc nexweşiya girtiyan li hev belav bibe û dermankirina wan bi zehmetî bikeve. Malbatên diçin hevdîtinê rastî lêgerîna tazî û binpêkirinên dijmirovahî tên."
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN Û HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ AZAD BIBIN'
Şeker bang li rêveberên welêt kir ku dest ji van polîtîkayên xwe berdin û girtiyên nexweş tavilê serbest berdin. Şeker got, "Şer dikare bi aştî û diyalogê çareser bibe. Rêya vê jî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û berdana Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî ye."