Tûtina Kersê ji nû ve şîn dibe
Ji ber ava wê ya şîrîn û axa wê ya xweş tûtina herî baş a Başûrê Kurdistanê û Iraqê, tûtina gundê Kersê yê Şengalê ye. Heta ji Bexdayê jî ji bo vê tûtinê tên geliyê Kersê.
Ji ber ava wê ya şîrîn û axa wê ya xweş tûtina herî baş a Başûrê Kurdistanê û Iraqê, tûtina gundê Kersê yê Şengalê ye. Heta ji Bexdayê jî ji bo vê tûtinê tên geliyê Kersê.
Gundê Kersê li quntarê çiyayê Şengalê ye. Geliyekî kur e, derdor wê hemû çiya ye. Heya salên 1970-2003'an li vî gelî 6 gund (Kers, Milik, Kulka, Simê Hêstê û hwd) hebûn. Piraniya van gundiyan jî tûtin diçandin. Avek şîrin û xweş diherikî, lê ev av ji aliyê Seddam Huseyîn ve di sala 1998'an de hat qutkirin. Ev jî têrê nekir di salên 1990’an de Seddam ev her 6 gund bi darê zorê ji axa wan kir û bir li navçeya Til Îzêr a girêdayî Şengalê bi cih kirin. Ji ber ku navçeya Til Îzêr Sedam hîn zêdetir dikarî kontrol bike.
Niha jî civaka Êzidî ya ku ji fermana 73’an rizgar bûne piştî ewqas salan vegeriya ser gundên xwe û dest bi pîşeyê bav û kalên xwe yên bi salan ango çandina tûtinê kir. Gundiyên Kesrê di destpêka Nîsanê de tovên tûtinê dibin laylonê de diçînin û di dawiya meha Gulanê de ew tov dibe şitlin û wan şitlan diçînin. Ji ber ku heya niha rêya wesayitan nayê van gundan, welatiyên Êzidî neçarin hemû cotkirin û kolandina zeviyên xwe bi keran bikin. Ji bo wê li van gundan mirov rastî jimarek zêde ya keran tê. Lewma her gundiyek zeviyên xwe bi keran cot dikin.
Di karê cotkirina zeviyan de ne tenê zilam dixebitin, di heman demê de bi awayek wekhev û bê cudahî jin jî li gel zilam karê cotkarî dike, tûtinê diçîne.
Her welatiyek ê geliyê Kesrê li gorî mezinbûna zeviyê xwe, hinek bi dest hinek jî bi keran cot dikin, piştî baş hate cotkirin, erd dikin cûk û li aliyek yê cûkê şitlên tûtinê diçînin. Her wiha tenê yek kaniya gund ma ye. Ev jî dibe sedem ku gelek kes ji ber bê aviyê tûtin neçîne. Her 4 rojan carekê dor tê malekê ku tûtina xwe av bide. Bejna her şitleke tûtinê 1 metre û zêdetir bilind dibe.
Welatiyên li geliyê Kersê dimînin û bi salane karê tûtinê dikin zehmetiyên xwe wiha anîn ziman; "Me berê zêdetir tûtin diçand, ji ber ku ava gundê me zêde bû. Lê niha ji ber av kêm e, gelek ji tûtina me hişk dibe û têr av nabe. Dîsa ji ber rê li gundê me tine heya çend km tûtina xwe datînin ser milê xwe dibin ser rê, ji bo em bifiroşin. Qet nebe rê bê gundê me, em ê karibin ji bo xwe bîrên avê bikolin."
Di serê payîzê de ango mehên Îlonê û Cotmehê de êdî tûtin tê rakirin û telîs tên dagirtin. Piştre dibin li sûkê û derên cuda difiroşin. Ji ber axa wê ya bi berhem û ava wê ya şîrin ji her cihê Başûrê Kurdistanê, heya ji Musil û Bexda tên tûtina geliyê Kesrê dikirin. Heya gelê herêmê dibin ku Sedam jî ev tûtin vedixwar. Kiloya tûtina Kersê bi 40 hezar dinarê Iraqî (30 dolara) ye.
Piştî fermanê, welatiyên Êzidî yên gundên geliyê Kesrê vegeriyan ser axa xwe û diyarkirin ku ew bimirin jî êdî dev ji axa bav û kalan bernadin.
Her dawî mirovên Êzidî yên geliyê Kersê bang li kesên peywendîdar û Meclîsa Şengalê kir ku ji bo wan pirsgirêka avê çareser bikin, ji bo bikaribin debara xwe bikin.