1'emîn lîstika "Tûrnûvaya Ji bo Bekîr Kaya Azadî" ya ku ji aliyê Belediye Vansporê ve di navbera taxan de pêk hat destpê kir. Di tûrnûvaya ku 28 tîm tevlî pêşbirgê dibin de timên Rêberspor û Zagros Mezopotamyaspor hatin hemberî hev.
1'emîn lîstika Tûrnûvaya "Ji bo Bekîr Kaya Azadî" ya ku ji aliyê Belediye Vansporê û Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Wanê ve di navbera taxan de pêk hat, li Seha Sanayisporê destpê kir. Lîstika destpêkê bi tîmên Rêberspor û Zagros Mezopotamyasporê destpê kir. Di lîstikê de posterê Şaredarê Wanê Bekir Kaya hate vekirin. Di merasima lîstikê de Wekîlê Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, Serokê Kuluba Vanspor ya Şaredariyê Nihat Gezici û gelek kesên din amade bûn. Gezîcî, anî ziman ku tûrnûva rastî eleqeyek mezin tê û di nava gelek tîman de tenê 28 tîm hilbijartine.
Piştî axaftinê tîma Rêberspor û Zagros Mezopotamyaspor hatin cem hev. Dema maçê destpê kir polîs jî hatin derdora sehê kirin dorpêçê. Encama lîstikê Rêberspor 2 - Zagros Mezopotamyaspor - 1, Îrademspor 5 - Yen-Geçspor 3, Xal û Xarzîspor 0 - Van Barça 1, Bahozspor 0 - Panzspor 4 bi dawî bû.