Turk: Girtiyan ji bo protesto kirina êrîşa polîsan çalakî pêkanî

Turk: Girtiyan ji bo protesto kirina êrîşa polîsan çalakî pêkanî

Hevserokê Giştî yê KCD'ê û parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk, piştî çalakiya ku li Ggirtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê pêk hat, girtîgeh ziyaret kir û rewşa girtiyan pirsî. Turk, piştî ziyaretê diyar kir ku girtiyan ji bo mudaxaleya polîsan ya li dijî gelê Amedê û parlementerên BDP'ê şermezar bikin çalaki pêk anîne û niha çalakî bi dawî bûne û pirsgirêk tune. Turk, da zanîn ku Dozgerê Komarê der barê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Piştî ku şevê din li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiyên siyasî û edlî bi boneya êrîşa polîsan ya li dijî gelê Amedê û parlementerên BDP'ê şermezar bikin çalakî pêk anîn û şewat derxistin, heyeta BDP'ê ku ji Parlementerê Mêrdînê û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Erol Dora û Wekîlê Koma BDP'ê pêk tê ji Amedê çûn Mêrdîn û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiyên siyasî ziyaret kirin. Heyeta BDP'ê piştî hevdîtinê li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da.

Turk, anî ziman ku çalakiya li girtîgehê bi dawî bûye û serê sibê hin hevalên wan ji bo êrîşên polîsan ên li dijî gelê Amedê şermezar bikin çalakî pêk anîne. Turk, da zanîn ku bi midûrên girtîgehê û dozgerê girtîgehê re jî hevdîtin pêk anîne û niha pirsgirêk tune. Turk, da zanîn ku girtiyan anîne ziman rewşa hemû girtiyan baş e û pirsgirêk tune.

DOZGER LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN

Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê Hakan Dundar jî bi daxuyaniyek divîskî diyar kir ku der barê bûyeran û geşedanan de lêpirsîna edlî û îdarî daye destpêkirin.