Turk: Em dê xwîndariyê bi dawî bikin

Turk: Em dê xwîndariyê bi dawî bikin

Hevserokê KCD'ê û parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Wêranşarê ya Rihayê malbata Halîl Çalişkan ku 2 roj berê rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da, ziyaret kir. Turk xwest êdî hemû pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin û wiha got: "Em dê dozê xwîndariyê bi dawî bikin."

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê 2 roj berê li ser kolana Eskî Urfa welatiyê bi navê Halîl Çalişkan rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da û li gundê Sesîkê hate definkirin. Hevserokê KCD'ê û parlementerê BDP'ê yê Mêrdînê Ahmet Turk, Serokê BDP'a Wêranşarê Mahmut Kaya, Wekîlê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun û rêveberên BDP'ê bi hevre çûn malbata Çalişkan û sersaxî ji malbatê xwestin.

Turk di ziyaretê de axivî û xwest, êdî Kurd ji bo xwîndariyê hev nekujin û dawî li şerê navxweyî bînin. Turk anî ziman ku, kuştina navxweyî xizmetê ji tu kesî re nake û xwest êdî li şûna kuştinê diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Turk da ziman ku, ew hewl didi ku hemû bûyerên xwînrijî û xwîndariya navxweyî ya kurdan bi dawî bikin û wiha got: "Em dê xwîndariya nava kurdan bi dawî bikin. Êdi dê her tişt bi aştiyê çareser bibin."

Heyetê piştî konê şînê ziyaret kir belav bûn.