Turk: Beriya hûn bêjin ‘qeleş’ bifikirin û li dîroka xwe binêrin

Turk: Beriya hûn bêjin ‘qeleş’ bifikirin û li dîroka xwe binêrin

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di civîna Meclîsa Daîmî de axivî û bal kişand ser operasyonên KCK'ê û diyar kir ku, hikumet siyaseta bêdengkirina Tirkiye dimeşîne. Turk li Serokwezîr pirsa "Dema mafên kurdan dihat desteserkirin, kî 'qeleş'e tu qet fikirî ?" kir û bang li kurdan kir û wiha got: "Hûn dixwazin AKP'î, dixwazin CHP'î, dixwazin oldar bin, vê baş bibînin û bizanibin ku îro helwesta hikumetê, dewletê ji bo qedandina hemû kurdane."

Meclîsa Daîmî ya KCD'ê ji bo civîna xwe ya mehane li Amedê civiya. Di civîna ku li avahiya KCD'ê hate lidarxistin de ji bilî endamên meclîsê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî beşdar bû. Di civîna ku dê operasyonên li hemberî siyasetmedarên Kurd yên li ser navê KCK'ê, Komkujiya Roboskî, çareseriya CHP'ê ya derbarê pirsgirêka Kurd û gelek mijar bê nirxandin, axaftina vekirinê Turk kir. Turk diyar kir ku, pêvçûnên ku bi salane pêk tên didome û wiha got: "Li hemberî evqas pêvçûn didome, têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê jî bêyî ku tawîzan bide, bibiryar didome. Daxwaza me mafên ji ber gelbûna me derdikeve holê, bê dayîn û li Tirkiyeyê pêşketina demokrasî û aştiyê ye.Lê dema em li pêvajo dinêrin li aliyê dewletê niyeta aştî û çareseriyê tune ye."

'SIYASETA BÊDENGKIRINA TIRKIYEYÊ DIMEŞÎNIN'

Turk diyar kir ku ji avakirina komarê heta niha polîtikayekî li hemberî têkoşîna kurdan hatiye meşandin û destnîşan kir ku bi bi vê yekê jî xwestine bi avêtina girtîgehan, kuştinên kiryar ne diyar, têkoşîna azadiya kurdan ji holê rakin. Turk wiha axivî: "Piştî ku dema cuntayên postmodern qediya, me dît ku ev siyaset nehatiye guhertin. Dema kurdan li hemberî wesayeta leşkerî têkoşîn dida, kesên ku niha xwe wekî dijberî cuntayan nîşan didin wê demê dengê xwe dernedixistin. Ev kesan niha Tirkiyeyê dibin dîktatoriyekî postmodern. Serokwezîr Erdogan bi gotina 'Açilimê' 10 hezar siyasetmedar, şaredar, hiqûqnas, ciwanên kurdan xiste girtîgehan. Çend roj berê jî bijîşkan, xwendekarên endamê SES'ê jî girtin. AKP siyaseta bêdengkirina Tirkiyeyê dimeşîne."

'KÎ 'QELEŞ'E TU QET FIKIRIYÎ?'

Turk bertek nîşanî gotina Serokwezîr Erdogan ya 'qeleş', da û wiha dewam kir: "Divê em gotina serokwezîr ya 'qeleş' ku li hemberî gelê Kurd yên daxwaza azadiyê dike û vîna bi hev re jiyana gelê Kurd û tirk nîşan dide, nîqaş bikin û li ser rawestin. Ji ber ku kurdan îro vîna xwe ya rêvebirina xwe bi xwe û pêşerojekî bi zimanê xwe û azad dixwaze wekî 'qeleş' tê dîtin." Turk li serokwezîr pirsa "Dema mafên kurdan dihat desteserkirin, kî 'qeleş'e tu fikiriyî ?" kir û bang li kurdan kir û wiha got: "Hûn dixwaze AKP'î, dixwaze CHP'î, dixwaze oldar bin, vê baş bibînin û bizanibin ku îro helwesta hikumetê, dewletê ji bo qedandina hemû kurdane.Divê serokwezîr li gotinên xwe baldar be."

‘DIVÊ HERKES BIZANIBE KU GELEKÎ TUNE DIKIN’

Turk diyar kir ku gelê Kurd têkoşîna xwe ya azadiyê bi bedelên giran didomîne û got: "Divê Serokwezîr, dewlet baş bizanibe ku gelê Kurd geleke û bi zanebûna gelekê siyaset dimeşîne, têkoşîn dide. Heke hûn dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, du rê û rêbazên vê hene. Yek; helwesta wekhev, adil û hiqûqê esas digire, ya duyem jî; kurd kuştine. Tu riyên din nîne. Heke hûn zarokên kurd di malzaroka wan de nekujin kurd sibê dîsa dê derkevin û behsa pirsgirêka kurd bikin. Gotina; 'pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêka birayên me yên kurd hene' ne exlaqî û zanistî ye. Mafên ku di dema Îdrîsê Bêdlisî de hebûn niha nînin."

Turk bang li hemû siyasetmedarên kurd kir û wiha axivî: "Dixwaze bila hûn AKP'yî bin dixwaze bila CHP'yî bin oldar bin û vê yekê baş bibînin ku helwesta hikûmetê ya îro li hemberî kurdan dimeşîne helwesta tunekirina kurdan e. Ez û partiya min çi qasî berpirsyarê vê bin hûn jî ew qasî berpirsyarê vê yekê ne. Li ser pêşeroja kurdan nîqaşek tê meşandin. Divê herkes vê yekê baş bibîne. Divê herkes bibîne ku milletekê tune dikin."

‘EM HEWLDANÊN CHP’Ê DIŞOPÎNIN’

Turk destnîşan kir ku ew hewldanên CHP'ê yên li ser çareseriya pirsgirêka kurd ji nêz ve dişopînin û wiha pê de çû: "Heke hûn mafên kurdan yên ji ber gelekin bînin rojevê, vê yekê qebûl bikin wê demê em jî dê piştgirî bidin we. Serokwezîr dibêje, 'bila partiyên siyasî lihev bên.' Di seranserî dîrokê de partiyên siyasî lihev nehatin, heke mijar gelê Kurd be qet lihev nayên."

Turk diyar kir ku tevî komîsyonên ji partiyên siyasî pêk tên divê kesayetên xwedî wicdan jî bikevin dewrê û komîsyonekê saz bikin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Divê gelê kurd li hemberî geşedanên diqewimin dengê xwe zêdetir derxîne. Tevî hemû polîtîkayên li ser girtîgehan, tevî ku polîs bêy ku bikevin nava fikaran gulle li gelê me direşîne, bêy ku tawîz bê dayîn em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Yên ku bawermendin tu caran winda nakin. Gelê kurd jî dê bin nekeve.

Civîna ku ji bo çapemeniyê berdewam kir dê heta êvarê berdewam bike. Tê payîn ku piştî civînê encamên civînê dê bê deklerekirin.