Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel bi beşdariya endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe, li avahiya Buroya Pêwendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê, civîneke çapemeniyê lidar xist. Tûncel di destpêka axaftina xwe ya li vir de Komkujiya Dîgorê ya di 14'ê Tebaxa 1993'an de hat kirin, şermezar kir.
'SERKETINA MINBICÊ SERKETINA MIROVAHIYÊ YE'
Tûncel bal kişand ser rizgariya Minbicê û got, "Silav ji têkoşerên bi heybetî li dijî DAIŞ'ê têkoşiyan û Minbic azad kirin. Minbic bûye serketina mirovahiyê. Destketiyên vê yekê wê di dema pêş de bandorê li Tirkiyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn bike."
Sebahat Tûncel di dewama axaftina xwe de işaret bi êrîşên giran ên li hemberî partiya xwe kir, ku bi ragihandina Rewşa Awarte re zêde bûn û anî ziman, AKP'ê di dema muzakereyê de ji aliyekî ve li dora maseya çareseriyê rûdinişt, li aliyê din bi FETO re maseyeke paralel danî. Tûncel da zanîn, li vê maseya paralel, plana têkbirinê ya li hemberî Kurdan hatiye amadekirin, polîtîkaya zextê hatiye afirandin û destnîşan kir, ku AKP'ê bi meş ev polîtîkaya xwe mezin kiriye.
OPERASYONÊN QIRKRINA SIYASÎ DEWAM DIKIN
Tûncel nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da, ku di bin navê Rewşa Awarte de li dijî partiya wan tên kirin û diyar kir, ev operasyon dewam dikin. Tûncel ragihand, di nava mehekê de di asteke tirsnak de mafên mirovan tên binpêkirin û got, "Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Edaletê ve hatin eşkerekirin, 16 hezar kes girtî ne. Ev hemû FETO'yî ne yan na; nayê zanîn."
ZÊDEYÎ 120 DBP'YÎ BINÇAVKIRÎ NE
Tûncel daneyên li ser girtin û binçavkirina endamên wan bajar bi bajar eşkere kir û got, "Li Qereyaziyê avêtin ser bi sedan malan. Di serdegirtinan de 59 endam û rêveberên partiya me hatin binçavkirin. 2 ji van 59 kesan hatin girtin, 57 hê jî binçavkirî ne. Ev yek rêbazeke îşkenceyê ye. Li Amedê jî zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin. Nayê zanîn bê çima li binê çavan tên ragirtin. Di vê çarçoveyê de li Erdexanê 12, li Rihayê 24, li Sêrtê 18, li Wanê 15, li Mêrdînê 18, li Bedlîsê 10 endam, rêveber û hevşaredarên me hatine binçavkirin."
'RÊYA YEKANE BERXWEDAN E'
Tûncel bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Daxuyaniyên ku gelê Kurd dixin nava tirs û fikaran ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên dayîn. Tevî vê yekê jî hikûmeta AKP'ê nahêle hevdîtin bê kirin. Ev yek nêzîkatiya AKP'ê ya li pirsgirêka Kurd radixe pêş çavan. Li hemberî her şêwe êrîşên li dijî destketiyên gelê Kurd, ya divê bê kirin berxwedan û têkoşîn e."