BI DÎMEN

Tûncel: Têkoşîna me ya azadiyê wê bi ser bikeve!

Tûncel rojek beriya bê girtin ji ANF'ê re axivî bû: Darbeya rastî, bi betalkirina hilbijartina 7'ê Hezîranê re dest pê kir. Me hingî ev yek weke darbeyekê bi nav kiribûn. Darbeya AKP'e ji wê rojê ve dewam dike.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, rojek beriya bê girtin, ji ANF'ê re axivî bû û polîtîkayên şerê qirêj ên dsthilatdairya AKP'ê nirxandibû.

Beşek ji vê nirxandina Tûncel bi vî rengî ye:

Hikûmeta AKP'ê, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji xwe re kir bahane û Tirkiye xist nava pêvajoya Rewşa Awarte.

Rewşa Awarte li Kurdistanê bi rengekî cuda tê birêvebirin. Tevî ku li gelemperiya Tirkiyeyê Rewşa Awarte hatiye ragihandin jî, pêkanînên vê yekê li Tirkiye û Kurdistanê ne weke hev in. Hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê bi hiqûqa şer tevdigere. Di bi navê Feto de li Kurdistanê li dijî Kurdan têdikoşe.

Hikûmeta AKP'ê ev demeke dirêj e li dijî Kurdan bi hiqûqa dijmin tevdigere. Piştî ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de HDP'ê 80 parlamenter bi dest xist û 6 mîlyon mirovî bersiva erênî da banga li jiyana nû, alternatîfeke cuda li derveyî AKP'ê derket holê. Vê yekê dewlet tirsand. Darbeya rastî di dema betalkirina encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê de pêk hat. Eger bê bîra we, me wê çaxê jî dan xuyakirin, ku ev yek darbe ye. Darbeya AKP'ê ji hingî ve dewam dike. Hewldana darbeyê ya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê dike bahane û hikûmeta AKP'ê bi vî rengî hewl dide darbeya xwe ya rastî veşêre. Ev darbeya AKP'ê li Kurdan û hêzên demokrasiyê hatiye kirin.

Bajarên Kurdistanê hatin xerakirin. Bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û mafên jiyanê yên gelek mirovan ji dest hatin girtin. Qedexeya derketina derve hê jî dewam dike. Di nava saziyên dewletê de paqijiyeke etnîkî tê kirin. Ev yek şêweyê bicihanîna palan 'têkbirinê' ye. Ne tenê siyaseta giştî, feraseta xwerêveberiya demokratîk jî yek ji mezintirîn sedemên HDP'ê ye ku deng bi dest xistiye. Ji ber vê yekê êrîşên giran dibin ser şaredariyên me. Bi hincetên bêbingeh, li Kurdistanê terora dewletê tê meşandin. Şaredariyên ku nekarîbûn bi vîna gel werin standin, bi zordariya dewletê hatin desteserkirin.

Beriya niha careke din qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû tayîn kirin. Kengî? Piştî darbeya 12'ê Îlonê. Niha jî bi darbeya AKP'ê re qeyûm hate erkdarkirin. Ev yek rewşeke cidî ye. Yanî nêzîkatiya AKP'ê ya li gelê Kurd, li daxwazên maf û azadiyê yên gelê Kurd radixe pêş çavan.

Eger ji AKP'ê heye ku bi vê plana xwe ya têkbirinê û pêkanînên mêtîngeriyê dikare li dijî gelê Kurd encamekê bi dest bixe, hingî xwe dixapîne. Gelê Kurd sed sal in li vî welatî, li vê erdnîgariyê ji bo maf û azadiyê têdikoşe. Komkujî, zext û zordariyên gelekî mezin hatin kirin, lê berxwedaneke mezin jî hat nîşandan. Lazim e hikûmeta AKP'ê bibîne ku Kurd serê xwe li ber van polîtîkayan natewîne. Bi girtina hevşaredaran, bi girtina pêşengên partiyê û şaredaran nikarin tiştekî bi dest bixin. Gelê li Kurdistanê wê bi xwe bibe pêşeng, ji ber ku gelê Kurd gelekî polîtîk e. Her yek ji ferdên vî gelî gihîştiye wê astê ku dikare bibe parlamenterek, şaredarek, rêveberek."

Di bingeha polîtîkayên şer ên AKP'ê de, me tespît kir ku şerê li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan heye. Şert û mercên tecrîda gira a li ser Birêz Ocalan dewam dike. Pêkhatina hevdîtinek bi birayê wî Mehmet Ocalan re, vê rastiyê naguherîne. Berevajî, tecrîd bi giranî dewam dike. Me tespît kir, ku sedema pirsgirêkên îro rû didin, helwesta AKP'ê ya li dijî Birêz Ocalan e.

Lewma azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan xala bingehîn a xebatên me ye. Azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê. AKP, siberoja Tirkiyeyê û gelê Kurd li Girava Îmraliyê dîl digire. Yê ku li wir dîl tê girtin ne tenê Birêz Ocalan e, siberoja gelên me ye.

Em di demeke welê de ne, ku her roj operasyonên siyasî tên meşandin. Li dijî her şêwe êrîşên dewletê, hevalên me bi moraleke mezin dixebitin. Eger em vê moral û motîvasyonê bigihînin civakê û berxwedanê civakî bikin, ez bawerim em ê gaveke mezin bavêjin. Di vê demê de, ku li Rojhilata Navîn şerê ji nû ve parvekirinê tê meşandin, siberoja gelê Kurdistanê diyar dibe û peymanên sed salî qediya ye, DBP wê ya siyasî bike civakî, ya civakî bike siyasî û bi vî rengî di serdema pêş de bi ser bikeve.

...