Tûncel: Li dijî dorpêçiyê em ê sibê biçin Nisêbînê
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel diyar kir, ji bo rakirina dorpêçiya dewletê ya li ser Nisêbînê û derxistina sivîlan ji navçeyê, ew ê sibê biçin Nisêbînê.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel diyar kir, ji bo rakirina dorpêçiya dewletê ya li ser Nisêbînê û derxistina sivîlan ji navçeyê, ew ê sibê biçin Nisêbînê.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, di çarçoveya 'mîtîngên siyaseta demokratîk' de Mêrdîn ziyaret kir.
Tûncel li avahiya partiyê ji DÎHA'yê re axivî û êrîşên qirkirinê yên li Nisêbînê dewam dikin, nirxand.
Tûncel, êrîşên li ser Nisêbînê şermezar kir û anî ziman, tevî ku hêzên YPS'ê xwe vekişandine jî êrîşên hêzên dewletê dewam dikin. Tûncel anî ziman, piştî hêzên YPS'ê xwe vekişandin, nêzî 80 welatî hatin girtin û îşkence li wan hat kirin. Tûncel got, "Kîs xistin serê welatiyên hatin binçavkirin. Li wan dan. Em ê di qada navneteweyî de vê mijarê bişopînin. Em vê yekê qebûl nakin. Li Nisêbînê 81 roj in êrîş tên kirin. Fermandarê Giştî yê Artêşê ev cara 3'an e tê vê navçeyê û fermana êrîşê dide. Welatiyan li vir jiyana xwe ji dest dane. Lê em agahiyan ji wan nagirin.
Li Geverê di roja 38'an de operasyon bi dawî bûn, lê piştî roja 78'an qedexe bi dawî bûn. Di êrîşên hêzên dewletê de 5 hezar mal hatin xerakirin. Em difikirin ku gelo li Nisêbînê jî rewşek wisa heye? Li kolanan cenaze hene, tine ne em pê nizanin.
Ji roja şer li Kurdistanê hatiye destpêkirin û heta niha nêzî hezar welatî hatin qetilkirin û bi deh hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi hezaran xanî hatin xerakirin. Hêzên JOH, POH'ê her derê dagir dike. Li Gever, Şirnex, Sûr, Cizîr, Hezex û niha ji li Nisêbînê van êrîşan berdewam dike. Ev êrîş, talankirin û wêrankirin nayê qebûlkirin. Berpirsiyarê vê yekê AKP ye."
'EM Ê DI 3'Ê HEZÎRANÊ LI NISÊBÎNÊ BIN'
Tûncel destnîşan kir ku AKP li Kurdistanê sûcê mirovahiyê dike û wiha got: "Di êrîşên li ser Sûr, Cizîr û Nisêbînê de tenê gelên herêmê nakevin bin bandorê. Hemû gelê Kurdistanê dikevin bin bandorê. Erkek gelek mezin daye polîsan. Polîs talan dikin û wêran dikin. Em ê li dijî van êrîş û binpêkirinan di 3'ê Hezîranê saet 11.00'an de biçin Girgerîna Nisêbînê. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku tev li meşa me bibin.
Tûncel anî ziman ku hê agahî ji rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter nagirin û got: "We hevalê me Kulter bi saxî binçav kirine. Em hevalê xwe bi saxî dixwazin. We rêveberên me yên HADEP'ê yên Silopiyayê Ebubekîr Denîz û Serdar Taniş winda kirin, lê em windahiyan qebûl nakin. Em hevalên xwe bi saxî dixwazin."