Tûncel hişyar kir: Qanûna darbeyê wê rê li ber felaketê veke

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel nerazîbûneke tund nîşanî pêkanînên darbekar ên AKP/Qesrê da û hişyarî da, ku ev yek wê Tirkiyeyê bixe nava felaketê.

DBP'ê piştî kongreya xwe ya awarte yekemîn civîna meclîsa partiyê bi serokatiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tûncelê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rexistina DBP'ê ya Amedê pêk anî. Beriya civînê Tûncel axivî û diyar kir ku tinebûna Hevserokê Giştî Kamûran yuksek civîna xwe pêk tînin lê bi rêya parêzerên xwe pêşniyarên xwe ji bo civînê ragihandiye. Tûncel anî ziman ku zextên li ser siyaseta demokratîk herî zêde jî li ser DBP'ê zêde bûne, bi operasyonên qirkirina siyasî ve tê xwestin ku hilmê nestînin. Tûncel bilêv kir ku li dijî zext û çewisandinê berxwedaneke mezin heye, li Kurdistanê bi destê AKP'ê ve planekî têk birinê heye ev yek jî bi berxwedana gel û têkoşîna DBP'ê hatiye pûçkirin. Tûncel da zanîn ku girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî encama van zextan e û girtina wî li dijî qanûna esasî ya heyî ye. 

'WÊ TÊKOŞÎN BIDOME'

Axaftina Tûncel wiha ye:

"Duh salvegera 7'ê Hezîranê bû. Serokkomar Tayyîp Erdogan duh qanûna darbeyê erê kir. HDP bi 80 parlamenteran ve çû meclîsê di nava gel de bû hêviyeke mezin. Li hemberî gotan 'mase tine ye, alî jî tine ye' îradeya ka gel di 7'ê Hezîranê de nîşan da gelek girîng bû. Partiyeke bi navê AKP'ê tine ye, îradeya wan ji aliyê Erdogan ve hatiye teslîmgirtin. Berê darbe bi destên leşkeran ve li Tirkiyeyê pêk dihat, niha bi darbeya Erdogan a siyasî ve rû bi rû man. HDP li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê disekine. Destnedana HDP'ê hate rakirin. Endamên me yên meclîsa partiya DBP'ê hatin qetilkirin. Destnedan hatin rakirin û di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Wê têkoşîna me berdewam bike. Em ê wekî DBP bi gel re têkoşîna xwe bidomînin. Wekî hevparekî HDP'ê piştevaniya me bidome.

Qanûna darbeyê ya heyî pêşiya girtina hevalên me vekir. Dikarin bi girtinê re rû bi rû bimînin. Em dizanin planên wan ev in. Ev rewş bi Tirkiyeyê dide windakirin. Wê  karasetê ji Tirkiyeyê re bîne Em ê li dijî vê bisekinin. Em ê bi hevalên xwe re bin. Ew ê jî di eniya berxwedanê de bin. Parlamenterên HDP'ê berê jî girtîgeh dîtibûn ji girtîgehê natirsin.

'DAXWAZA AZADIYÊ HER DIÇE ZÊDE DIBE'

Pêvajoyek dijwar li pêş me hemûyan e. Yên li îxtîdarê nikarin Tirkiye bi rêve bibin. Daxwaza azadî û demokrasiyê her ku diçin zêde dibe. Ji ber polîtîkayên AKP'ê şer her diçe li bajaran belav dibe. Duh li Stenbolê teqîn pêk hat. Em ê li dijî şer têkoşina aştî û demokrasiyê mezintir bikin. Encama MGK'ê jî kuştin û şer e. Li dijî vê yekê berpirsiyarên mezin dikeve ser HDP'ê û pariyên din. Êdî CHP ne muxalefet e. 

'MIROV BI SAXÎ TÊN ŞEWITANDIN'

Faşîzm her ku diçe pêş dikeve. CHP şirîkê AKP'ê ye û bi hevre faşîzmê pêş dixin. Me ev yek li Cizîr, Gever û Nisêbînê dît. Mirov bi saxî şewitandin û qetilkirin. Ji ber em hesab ji vana dixwazin me dikin hedef. Yê li dijî faşîzmê têdikoşin gelê kurd û Kurdistanê ye. 

Piştî Ermenistan komkujiya qebûl kir û şûnde, Wezîrê dadê Bekîr Bozdag dibêje di dîroka me de tiştekî em şer bikin tune. Wisa xuya ye ku ew ji komkujiya Zilan, Dersîm, Roboskî şerm nakin. Em bi bîrdoziya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê têkoşînê didin. Projeya AKP’ê projeya şer e. Projeya CHP’ê jî projeya netew dewletîbûnê ye. Tenê çareserî HDP û DBP ye. 

'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Em bawer dikin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêk jî çareser nabe. Ji ber vê yekê divê bi lezgîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Em bang li îxtîdarê û gelê Tirkiyeyê dikin. Ev êrîş tenê li dijî gelê kurd pêk nayê, li dijî hemû gelê tirkiyeyê pêk tê. Erdogan, jin wekî nêvî û kêm îlan kir. Ya kêm û nêvî hişmendiya serdestiya mêr e. Her ku Erdogan di axive jin tên qetilkirin. Di serdema AKP'ê de ji sedî hezarî û 400 jin hatin kuştin. Em dî pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Niha hamleyên azadiya Reqqa, Minbicê pir girîng in. Li Rojhilata navîn heta pirsgirêka kurd çareser nebe pirsgirêkên din jî çareser nabin. 

Piştî axaftinê civîn ji çapemeniyê re girtî didome.